Babê Şêx: Kurdistan24 bûye sekoyeke bihêz bo parastina pirrengî û çanda pêkvejiyanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Babê Şêx Elî Ilyas, Rêberê Ruhanî yê Êzidiyan, bi helkefta 11emîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî rêveberî û karmendên kanalê kir û rola wê ya di parastina nasname û kelepora êzdiyatiyê de bilind nirxand.
Babê Şêx Elî Ilyas îro 31ê Cotmeha 2026an, bi boneya 11 saliya destpêkirina weşana Kurdistan24ê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xebatkarên kanalê kir û rola Kurdistan24ê ya di romalkirina merasîm û boneyên dînî yên civaka Êzidî de bi giringî ve nirxand.
Babê Şêx tekez kir ku girîngîdana kanalê bi çand, kelepûr û dabunerîtên Êzidiyan, her wiha romalkirina arîşeyên vê civakê, bandoreke gelekî mezin li ser naskirina vê koma resen li asta herêmî û navneteweyî kiriye.
Rêberê Ruhanî yê Êzidiyan herwiha bala berdewam a Kurdistan24ê ya li ser pirsgirêkên hemû pêkhateyan bilind nirxand û got: "Kurdistan24 bûye sekoyeke medyayî ku rengvedana pirrengiya dînî, çandî û neteweyî ya Herêma Kurdistanê ye û roleke giring di xurtkirina nirxên pêkvejiyan, lêborîn û biratiya navbera tevahiya pêkhateyan de dilîze."
Di dawiya peyama xwe de, Babê Şêx Elî Ilyas hêviya berdewamî û pêşketinê ji bo Kurdistan24ê xwest, da ku peyama xwe ya medyayî û mirovî di xizmetkirina civakê û gihandina rastiyan de bi serkeftî bidomîne.