Grûpa Medyayî ya Ava 11emîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpa Medyayî ya Ava bi helkefta 11emîn salvegera destpêkirina weşana Dezgeha Kurdistan24 bo Lêkolîn û Ragihandinê, peyameke pîrozbahiyê weşand û hêviya berdewamiya serkeftinê ji bo tîm û rêveberiya vê dezgehê xwest.

Grûpa Medyayî ya Ava Îro 31ê Cotmeha 2026an, di peyamekê de bi boneya 11 saliya damezrandina Dezgeha Kurdistan24ê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rêveberî û tevahiya karmendên vê dezgehê kir.

Di daxuyaniya Grûpa Medyayî ya Ava de hate ragihandin: "Em hêvîdar in Dezgeha Kurdistan24 di veguhestina serkeftî ya nûçe û romalkirinên xwe de berdewam be û em her tim we di nava serkeftin û pêşveçûnê de bibînin."

Dezgeha Kurdistan24 bo Lêkolîn û Ragihandinê di 31ê Cotmeha 2015an de li bajarê Hewlêrê dest bi weşana xwe kir. Ev dezgeh ji kanaleke televîzyonê, radyo û malpereke dîjîtal pêk tê ku bi zimanê kurdî û pênc zimanên zindî yên cîhanê zanyarî û nûçeyan digihîne şopînerên xwe, bi armanca ku dengê Kurdistanê bigihîne qada navneteweyî.

Kurdistan24 ku îro 11emîn salvegera weşana xwe pîroz dike, di dirêjahiya 11 salên borî de li ser bingeha lêkolînên zanistî û rojnamevaniya pîşeyî kar kiriye û bûye pireke pêbawer di navbera Kurdistan û cîhanê de. Kanalê her tim hewl daye avedanî, aramî û hêviya xelkê Kurdistanê nîşan bide û tevna civakî biparêze. Di destpêka 12emîn sala temenê xwe de jî, dezgeh bi rêya veberhênana zêdetir di şiyanên rojnamevanên ciwan de pêngavên nû ber bi pêşerojê ve diavêje.