Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Kurdistan – Rojava 11 saliya Kurdistan24ê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya derbasbûna 11 salan di ser damezrandina Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24ê re, Ofîsa Sekreteriya Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê – Rojava peyameke pîrozbahiyê weşand. Yekîtiyê pîrozbahî li rêveberî û hemû karmendên dezgehê kir û hêviya berdewamî û pêşveçûna zêdetir ji wan re xwest.
Di beşeke peyamê de hat destnîşankirin ku Kurdistan24ê di nav 11 salên borî de, karîbûye wek platformeke medyayî ya giring û bibandor derkeve pêş, ku dengê gelê Kurd û doza wî ya rewa bighîne raya giştî ya herêmî û navdewletî. Her wiha tekezî li ser rola wê ya di şopandina hûr û kûr a bûyer û pêşhatên siyasî, civakî û çandî de hat kirin.
Ofîsa Sekreteriya Yekîtiyê bi qedirbilindî behsa rola Kurdistan24ê ya di romalkirin û veguhestina çalakiyên wan de kir û ragihand: "Ev hevahengî û giringîpêdan, xwedî roleke mezin bû di danasîna proje û bernameyên ciwan û xwendekaran de, her wiha di gihandina peyama yekîtiya me de bo tevahiya ciwan û xwendekarên Kurd."
Di dawiya peyamê de, hêviya serkeftinên mezintir di qonaxên pêş de ji bo Kurdistan24ê hat xwestin, daku bi heman pîşeyîbûn û berpirsyariyê li ser erkê xwe yê medyayî berdewam be û her tim wek dengekî bihêz bo maf û daxwazên gelê Kurd bimîne.