Trump: Em ê di nava 10 xulekan de pêgehên atomî yên Îranê ji nav bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, welatê wî beşeke mezin ji şiyanên leşkerî yên Îranê têk biriye, lê belê divê çend armancên din jî bên armancgirtin; di nav wan de pêgeheke bi guman a atomî ya bi navê "Çiyayê Fasê".

Donald Trump, îro 1ê Mijdara 2026an, tekez kir ku hevdîtinên ligel Îranê yên ji bo bidawîanîna şerê ku dawiya meha Sibata borî bi êrîşa Amerîka û Îsraîlê dest pê kiribû, bi awayekî baş bi rê ve diçe, lê da zanîn ku aliyê hember ne cihê baweriyê ye. Serokê Amerîkayê her wiha destnîşan kir ku ti leza welatê wî ji bo pêkanîna êrîşan nîne, ji ber ku berê derbên mezin li şiyanên leşkerî û bernameya etomî ya Tehranê xistine.

Trump got: "Me şiyanên wan ên atomî têk birine. Tenê yek yan du pêgehên din mane ku divê em çareser bikin, lê em dikarin wê yekê tenê di 10 xulekan de pêk bînin." Trump amaje bi herêma Çiyayê Fasê ya li nêzîkî Îsfehanê kir, di demekê de ku hikûmeta Îranê hebûna her cure çalakiyeke atomî li wî cihî red dike.

Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, Trump hîn biryara êrîşeke nû li ser Îranê nedaye. Rubio da zanîn, her çend gotûbêjên bo bidawîkirina şer rawestiyabin jî, Amerîka ji bo çareseriyeke dîplomatîk amade ye.

Di heman demê de, Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî hişyarî da Amerîka û Îsraîlê. Xamineyî di daxuyaniyekê de ferman da hêzên çekdar ên Îranê ku bêyî ti sînordarkirineke erdnîgarî, yekser bersiva her gefekê bidin. Rêberê Îranê diyar kir ku welatê wî dê dem û şêwaza rawestandina her êrîşeke leşkerî destnîşan bike û ragihand ku lîsteya armancên leşkerî hatiye nûkirin, da ku hemû berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê bikevin bin armanca agirê hêzên wan.

Li gorî zanyariyên ku rojnameya Wall Street Journal ji çavkaniyeke agahdar veguhastine, Trump roja duh şemiyê bi rêya telefonê ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu axiviye. Ev pêwendî piştî civîneke girîng a li Koşka Spî hat ku tê de Trump ligel fermandarên payebilind ên artêşê, di nav wan de Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), bijardeyên destpêkirina operasyonên nû yên leşkerî û zêdekirina hêzan li herêmê nirxandibûn.

Ev alozî di demekê de ne ku Trump hewl dide beriya hilbijartinên nîvdemî piştgiriya dengdêrên Komarparêz zêde bike. Lê belê şerê li Rojhilata Navîn bûye sedema bilindbûna nirxê sotemeniyê, ku li gorî rapirsiyan ev yek bûye bargiraniyek li ser rêveberiya Koşka Spî.