Fly Erbil wek hêleke serbixwe ya niştimanî dest bi geştên rasterast dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya "Fly Erbil" destpêkirina qonaxeke nû ya karên xwe wekî hêleke asmanî ya niştimanî ragihand û wergirtina fermî ya Bawernameya Kargêriya Esmanî (AOC) ji aliyê Deshilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê ve piştrast kir.
Rêveberê Giştî yê Kompaniya "Fly Erbil" Lawend Memûdî îro 1ê Mijdarê di konferanseke rojnamevanî de, bi fermî destpêkirina firînên kompaniyê wek hêleke rasterast a niştimanî ragihand.
Memûdî amaje bi wê yekê kir ku piştî ked û hewldaneke mezin, wan karî vê bawernameya xebitandinê ji Deshilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê wergirin; bi vê pêngavê re Fly Erbil bûye hêleke serbixwe ya niştimanî ku dê hemû geştên xwe bi şêweyekî rasterast encam bide.
Rêveberê Giştî yê Fly Erbilê diyar kir, vê hêla asmanî berê karên xwe di bin navê kompaniya "Ur Airlines" de bi rê ve dibirin, lê ji niha û pê ve qonaxeke nû dest pê dike û geşt tenê bi fermî bi navê "Fly Erbil" tên lidarxistin.
Lawend Memûdî tekez kir ku bidestxistina vê bawernameyê destkeftiyeke girîng e bo sektora firokevaniyê li Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê. Herwiha da zanîn ku armanca wan bicihanîna standardên herî bilind ên ewlehî û selametiyê ye, da ku bibin pireke xurt bo girêdana Hewlêr û bajarên din ên Iraqê bi welatên derve û cîhanê re.
Her wiha hat destnîşankirin ku ev pêngava nû ya Fly Erbilê, dê roleke erênî di vejandina kerta geştiyarî û aboriyê de bilîze û livûtevgera bazirganî û çûnûhatina welatiyan a di navbera Herêma Kurdistanê û derveyî welat de hêsantir bike.
Kompaniya Fly Erbil di sala 2015an de wek yekem hêla asmanî ya kurdî li Herêma Kurdistanê hat damezrandin û bingeha wê ya sereke li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ye. Ji ber şerê li dijî DAIŞê û rewşa wê demê ya ewlehiyê, kompaniyê yekem geşta xwe ya esmanî bo sala 2018an paş xistibû.
Di 20ê Cotmeha 2026an de, Fly Erbilê karî bi awayekî fermî Bawernameya Kargêriya Asmanî (AOC) ji Bexdayê bistîne; ev destûr rê dide kompaniyê ku firokeyên xwe bi logoya xwe û bi serbixweyî bide firandin.