Kurdistan24 di 11emîn salvegera damezrandina xwe de xelateke navdewletî werdigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 11emîn salvegera damezrandina Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24ê de, Tora Serkêşiya Transatlantîk (Transatlantic Leadership Network) ragihand, ew ê xelateke navdewetî pêşkêşî Kurdistan24ê û Serokê Buroya wê ya Washingtonê Rehîm Reşîdî bike.

Cîgirê Rêveber ê Serokê Tora Serkêşiya Transatlantîk Sasha Toperich aşkere kir, biryar e di 9ê Mijdarê de, li Klûba Neteweyî ya Rojnamevanan (National Press Club) a li Washingtonê, di merasîmekê de ev xelat ji Kurdistan24 û nûçegihan û berpirsê buroya wê Rehîm Reşîdî re were dayîn.

Toperich di peyameke pîrozbahiyê de got: "Kurdistan24 û yek ji baştirîn kesên we, Rehîm Reşîdî, dê li Klûba Neteweyî ya Rojnamevanan xelatekê wergirin." Her wiha hêvî xwast ku xebat û çalakiyên vê dezgehê bi dehsalan berdewam bin.

Ev ragihandin di çarçoveya peyamên pîrozbahiyê yên hejmarek pisporên siyasî, rojnamevanên navneteweyî û efserên xanenişîn ên artêşa Amerîkayê de hat.

Serokê Peymangeha Gold bo Stratejiya Navneteweyî Eli Gold rola Kurdistan24ê ya di gihandina pêşhatên siyasî yên Washingtonê bo Herêma Kurdistanê û civaka kurdî bilind nirxand. Gold destnîşan kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, Rehîm Reşîdî wek "Mr. Kurd" nas dike û gelek caran di preskonferansan de bersiva pirsên wî dide; ev jî nîşaneya amadebûna xurt a Kurdistan24ê ye li Koşka Spî, Pentagon û Wezareta Derve ya Amerîkayê.

Her wiha Kolonelê xanenişîn ê Artêşa Amerîkayê Myles B. Caggins III, pîrozbahiya "11 salên weşana serkeftî û pîşeyî" li dezgehê kir û bi bîr xist ku wî yekem hevpeyvîna xwe ya televîzyonî di sala 2019an de li studyoyên Kurdistan24ê li Hewlêrê pêk anîbû.

Ji aliyekî din ve, lêkolînerê payebilind ê Peymangeha Gold Peter Huessy, peyamnêrê Yewnanî li Koşka Spî Mikhail Ignatiou, peyamnêra Newsmaxê Alana Austin, peyamnêra News Force Maci Gunnell û Damezrînerê NewsMobile Saurabh Shukla di peyamên xwe de bal kişandin ser giringiya xebata pîşeyî ya Kurdistan24ê û parastina nêrîna Kurd di romalkirina bûyerên Rojhilata Navîn û pêwendiyên bi Amerîkayê re.

Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24ê di 31ê Cotmeha 2015an de li Hewlêrê, di qonaxeke hestiyar de ku Hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de bûn, dest bi weşana xwe kir. Dezgehê piştre tora xwe bi rêya televîzyon, radyo û platformên dîjîtal bi çendîn zimanên cîhanî berfireh kir.

Kurdistan24 bi derbasbûna sala xwe ya 12emîn, tekezî li ser pabendbûna bi prensîpên rojnamevaniya durust, piştrastkirina zanyariyan, parastina kerameta mirovî û rûbirûbûna nûçeyên sexte û çewt dike.