Li Diyarbekirê Mîhrîcana Govendê dest pê kir
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Mîhrîcana Govendê ya Duyem bi dîmenên rengîn dest pê kir. Di mîhrîcanê de ji gelek bajaran komên govendê beşdar bûn û bi cil û bergên herêma xwe govend gerandin. Beşdarên mîhrîcanê amaje kirin ku di çand û dîroka kurdan de govend xwedî ceheke taybet e ku di vî warî de kur dli tevahiya cîhanê bi nav û deng in û hat xwestin bi çalakiyên bi vî rengî çanda rengîn û dewlemend a kurdan bêhtir were danasîn.
Li Diyarbekirê bi hevkariya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan, Organîzasyona Hunerî û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Mîhrîcana Govendê ya Duyem bi diruşmeya Mil Bi Mil Ber Bi Aştiyê ve dest pê kir. Di mîhrîcanê de ji 17 bajaran komên govendê bi cil û bergên herêma xwe beşdar in. Di destpêka mîhrîcanê de komên govendê li Sûra Dîrokî ya Diyarbekirê govend gerandin û amadekarên mîhrîcanê bal kêşandin ku bi çalakiyên rengîn ên kurdî kolanên dîrokî tên xemaliandin.
Cîgira Seroka Komeleya Çand û Hunerê ya Jinan Denîz Terece: “17 komên govendê di mîhrîcanê de beşdar in, ji Bakurê Kurdistanê, ji ewropayê, ji Urmiyê kom beşdar in. 2 rojan emê govendê bi cil û bergên xwe bigerînin li kolanên Amedê, em dixwazin welatî werin beşdarî mîhrîcanê bibin.”
Di mîhrîcana ku dê 2 rojan berdewam be li aliyekê wê govend were gerandin û li aliyekê jî konset û panel werin pêşkêşkirin û çanda govendê ya dêrîn a kurdan ku di asta cîhanî de nav û deng e dê were danasîn. Beşdaran mîhrîcanê amaje kirin ew keyfxweş û serbilind in ku li Diyarbekirê nunertiya çanda xwe dikin.
Beşdara Ji Colemêrgê Taybet Abdullah: “Em ji Colemergê beşdarî mîhrîcanê dibin, em keyfxweş in ku çalakiyek wisa de beşdar in.”
Beşdarê Ji Urmiyê Pêşewa Ehmedzad: “Ez bi Koma Urmiyê re beşdarî mîhrîcanê dibim. Destpêkek xweş bu, hêvî dkim hemu mîhrîcan wisa derbas bibe.”
Mîhrîcana Govendê li Sûra dîrokî ya Diyarbrkir dest pê kir. Beşdarên mîhrîcanê anîn zimên ku ew hêvîdar in Mîhrîcana Govendê bibe wesîleya gerandina govenda aştî û çareseriyê jî.