Dayikên Aştiyê gihîştin Enqereyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Dayikên Aştiyê yên ku bi daxwaza misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de ji gelek bajaran bi rê ketibûn, gihîştin Enqereya paytexta Tirkiyeyê.
Karwanê Dayikên Aştiyê piştî gihiştina paytextê, li Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li taxa Balgatê ya Enqereyê hatin ba hev.
Li gorî bernameya çalakiyê, Dayikên Aştiyê ji bo ragihandina daxwazên xwe, îro 2ê Mijdara 2026an, saet 12:00an li Parka Meclisê daxuyaniyeke çapemeniyê pêşkêş dikin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, tê payîn ku dayik derbasî Parka Kurtuluşê ya Enqereyê bibin û li wir bi vegirtina konan dest bi çalakiya xwe ya "nobetê" bikin.
Di roja duyem a çalakiyê de ku dikeve sibe 3yê Mijdarê, şandeyeke ji nava dayikan dê biçe Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) û beşdarî civînên komên partiyên siyasî bibe.
Her wiha hat ragihandin ku piştî rêzehevdîtinên li parlamentoyê, hatiye plankirin ku şandeya Dayikên Aştiyê di dawiya bernameya xwe de, ligel rayedarên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê jî bicive, da ku daxwazên xwe yên derbarê pêvajoyê û rewşa zindanan de bigihîne berpirsan.