DEM Partî: Gotegotên li ser serbestberdana Ocalan ne rast in

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûçeyên derbarê guhertina cihê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê, di rojeva siyasî ya Tirkiyeyê de bû sedema nîqaşên germ. Li hember gotegotên derdorên neteweperest ên ku dibêjin Ocalan hatiye berdan, DEM Partiyê bertek nîşan da û ew gotegot bi temamî red kirin.

Pêtên nîqaşê piştî daxuyaniyên endamê şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar vêketin. Sancar di hevpeyvîneke televîzyonê de ragihandibû ku ji bo Ocalan karibe li Îmraliyê xebatên xwe bimeşîne, cihekî nû hatiye amadekirin û ew derbasî wir bûye.

Li ser vê yekê, Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku bi helwestên xwe yên tund ên li dijî pirsa Kurd tê naskirin, desthilatdarî û DEM Partî kirin armanc û îdia kir ku Ocalan bi temamî hatiye berdan.

Ozdag îdia kir ku Ocalan wekî endamê komîsyonê hatiye destnîşankirin û li gorî yasayan ti mehkûmek nikare bibe endamê komîsyonê; lewma cezayê wî bi dawî bûye û êdî di girtîgehê de nîne. Ozdag her wiha îdia kir ku Ocalan ligel alîkarên xwe di vîlayeke taybet de dimîne ku qada wî ya xebatê jî li wir e û desthilatdarî hewl dide vê rewşê di nava civakê de wekî rewşeke asayî nîşan bide.

 Buldan: Statuya wî ya hiqûqî neguheriye

Li hember van gotegotan, endama şandeya Îmraliyê û Parlamentera DEM Partiyê Perwîn Buldanê daxuyaniyek da û hemû gotinên Ozdag derewandibûn. Buldanê destnîşan kir ku guhertina cih, nayê wê wateyê ku statuyeke fermî ji Ocalan re hatiye dayîn.

Buldanê da zanîn ku cihê navborî dîsa rasterast di nava sînorên Girtîgeha Îmraliyê de ye û got: "Statuya hiqûqî ya birêz Ocalan nehatiye guhertin û ew nehatiye berdan; li wir tenê şert û mercên xebatê hatine rêkxistin."

Perwîn Buldanê her wiha tekez kir ku ev îdia bi armanca reşkirin û birîndarkirina kesayetiya Ocalan tên belavkirin û wan ev helwest bi ti awayî qebûl nekirine.