Siûd Saîdî: Li ser çekdanîna koman lihevkirin pêk hatiye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona Hiqûqê li Parlamentoya Iraqê ragihand, Çarçoveya Hemahengiyê û komên çekdar li ser dosyeya çekan li hev kirine, lê Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî rêkeftinê îmze nake. Li hember vê yekê, jêderekî ev îdia red kir û da zanîn ku heta niha ti reşnivîseke nivîskî di navbera aliyan de nîne.
Serokê Fraksiyona Hiqûqê (baskê siyasî yê Ketaîb Hizbullahê li parlamentoyê) Siûd Saîdî da zanîn, Çarçoveya Hemahengiyê ligel komên çekdar li ser çarenûsa çekan gihîştiye têgihîştin û rêkeftinekê. Saîdî diyar kir, li gorî planê diviyabû komîteyek ji Eniya Berxwedanê, hikûmet, Heşda Şeibî û Çarçoveya Hemahengiyê bê avakirin, lê Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî heta niha ew rêkeftin îmze nekiriye.
Saîdî her wiha bang li hikûmetê kir ku helwesta xwe bi awayekî fermî aşkere bike û got: "Guman heye ku Washington vê rêkeftinê qebûl neke, ji ber wê jî Elî Zeydî dudil e û xwe ji îmzekirinê dide alî." Hat destnîşankirin ku naveroka rêkeftinê giranî dide ser birêxistinkirin û kontrolkirina çekên van koman.
Lê belê, jêderekî agahdar ji nav Çarçoveya Hemahengiyê ji Kurdistan24ê re ragihand, ti reşnivîseke rêkeftinê di navbera wan û komên çekdar de nîne û ev dosye hîn jî gelekî aloz e. Heman jêderî aşkere kir ku heta niha tenê çend xal bi devkî hatine nîqaşkirin û ti belgeyeke fermî ya nivîskî nehatiye amadekirin.
Ev alozî di demekê de ye ku Amerîkayê mohleta bêçekkirina komên çekdar heta 30ê Hezîrana 2027an dirêj kiriye. Ji bo ku çek tenê di destê dewletê de bimînin, Çarçoveya Hemahengiyê komîteyek ji bo diyalogê pêk aniye, lê ligel vê yekê jî çend kom hene ku radestkirina çekan bi yekcarî red dikin.
Li aliyê din, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Temîm aşkere kir ku hinek ji van komên çekdar ji bo destberdana ji çekan û tevlîbûna nav proseya siyasî, mercê wergirtina postên bilind ên cîbicîkar danîne ber hikûmetê.
Temîm tekez kir ku Serokwezîr ne li dijî tevlîbûna van koman a di rêveberiyê de ye, lê bi şertê ku ew bi temamî çekên xwe deynin û mîna tevahiya aliyên siyasî pabendî yasayê bin. Ev gava hikûmetê wekî hewldanek ji bo bidawîanîna qeyrana çekên derveyî kontrola dewletê tê dîtin, da ku ew hêz bikevin nav saziyên fermî û gefên li ser aramiya welat kêm bibin.