Zêdetirî ji sedî 50ê projeya rêya dualî ya Hewlêr – Koyeyê temam bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Kar û xebat li ser projeya stratejîk a rêya dualî ya di navbera Hewlêr û Koyeyê de bi lez didomin û heta niha zêdetirî ji sedî 50ê qonaxên wê bi dawî bûne. Armanca vê projeyê kêmkirina rîska rûdanên çûnûhatûçûnê û kurtkirina dema rêwîtiyê ya di navbera her du bajaran de ye.
Rêveberê Cîbicîkar ê Projeya Rêya Dualî ya Hewlêr – Koyeyê Keyfî Faris ji Kurdistan24ê re ragihand, proje di navbera 30 heta 40 kîlometreyan de kar lê tê kirin. Derbarê qonaxa qîrkirinê de, Faris aşkere kir ku qata yekem a qîrê bi dirêjahiya 23 kîlometreyan li her du aliyên rê qediyaye û qata duyem jî li aliyekî rê bi dirêjahiya nêzîkî 16 kîlometreyan temam bûye.
Derbarê jêrxana projeyê û piran de, rêveberê projeyê da zanîn ku 5 serpir (pira hewayî) û 3 binpir hatine temamkirin. Her wiha kar li ser Pira Şoreşê bi awayekî çalak berdewam dike ku dirêjahiya wê 250 metre û bilindahiya wê jî digihîje 42 metreyan.
Li gorî gotina Faris, 160 rêçikên avê yên betonî di çarçoveya projeyê de hatine çêkirin û tîmên endezyariyê niha mijûlî çêkirina betona refûja navîn û cogên kêlekên rê ne. Her wiha li ser beşa 7 kîlometreyên din jî, xebatên danîna qata kevirên hûrkirî bo amadekariya qîrkirinê dest pê kiriye.
Dirêjahiya giştî ya vê rêyê 37 kîlometre ye û her aliyek ji sê xetên trafîkê bi firehiya 12 metreyan pêk tê. Bi temambûna vê projeyê, rêya metirsîdar û yeksaydî ya Hewlêr – Koyeyê vediguhere otobaneke bilez a dualî ku dema rêwîtiyê ji bo 27 deqeyan kêm dike û rêjeya rûdanên trafîkê jî bi awayekî berbiçav dadixe.