Îran: Dengê 5 teqînan li girava Qeşmê hat bihîstin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, li Girava Qeşmê ya başûrê welêt dengê pênc teqînên bihêz hatiye bihîstin.

Ajansê îro 3ê Mijdarê da zanîn ku heta niha derbarê sedem û cewherê teqînan de ti zanyariyên fermî nehatine belavkirin û çavkaniya êrîşan jî nehatiye diyarkirin.

Li gorî heman çavkaniyê, ji ber giraniya dengê teqînan, tê texmînkirin ku cihek an jî pêgehek li hundirê Girava Qeşmê hatibe armanckirin.

Her wiha hinek ji niştecihên giravê ji ajansê re ragihandine ku wan di heman dema teqînan de, du firoke li asmanê herêmê dîtine û eger heye ku êrîş ji aliyê wan firokeyan ve hatibin kirin.

Ev pêşhate di demekê de rû didin, şandeke Qeterê bi armanca navbeynkariyê û kêmkirina rageşiya di navbera Tehran û Washingtonê de serdana paytexta Îranê kiriye. Tê payîn ku şanda Qeterî bi rayedarên Îranê re li ser destpêkirina diyalogan û berdewamiya danûstandinan bicive.

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê aloziya bi Îranê re ragihand, ew di êrîşkirina ser Îranê de lezê nakin û li bendê ne ku bi Tehranê re bigihin rêkeftinekê. Trump her wiha gotibû: "Îran bixwe jî dixwaze lihevkirin pêk were û rêberên wan naxwazin ku em wan bikujin an ji nav bibin."