Peyamnêrê Kurdistan24ê: Li Kerkûkê hejmarek xwepêşander hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Kerkûkê di nava du rojên dawî de li dijî bihabûna nirxê ampêra elektrîka molîdeyên taybet, nêzîkî 25 xwepêşandan li taxên cuda hatin lidarxistin. Tevî hewldanên rêveberiya bajêr ên ji bo daxistina nirxan, nerazîbûna xelkê didome û ji ber zêdebûna aloziyan leşkerê Iraqê kete navberê.

Li gorî peyamnêrê Kurdistan24ê, di nava du şevên borî de li 10 taxên Kerkûkê xwepêşandanên girseyî birêve çûn. Welatiyan ji bo nîşandana nerazîbûna xwe rê li çûnûhatinê girtin û agir vêxistin.

Alozî piştî wê yekê dest pê kir ku Qaymeqamê Kerkûkê ji bo vî mehî nirxê her ampêreke elektrîka molîdeyên taybet bi 18 hezar dînarên Iraqî destnîşan kir. Piştî berteka tund a şêniyan, qaymeqamiyetê nirx daxist 15 hezar dînaran, lê belê welatiyan dîsa qebûl nekir.

Li ser vê yekê, Encumena Parêzgeha Kerkûkê biryar da ku nirx dakeve 13 hezar dînaran; tevî vê yekê jî welatî hîn bi vî nirxî razî nabin û daxwaza erzanbûneke zêdetir dikin.

Xwepêşandan heta derengiya şevê dewam kirin û li hinek cihan rewş ji bin kontrola polîsan derket. Ji bo aramkirina rewşê, hêzên Artêşa Iraqê destwerdan kirin.

Di navbera xwepêşanderan û polîsên çalakiyên medenî de alozî derket û di encama pevçûnan de çend polîs birîndar bûn. Her wiha serê sibeha roja Sêşemê hejmarek welatî ji aliyê polîsan ve bi tohmeta “têkdana aramiyê” hatin desteserkirin.

Li aliyê din, xwediyên molîdeyên taybet jî li hemberî daxistina nirxan nerazîbûna xwe nîşan didin. Ew tekez dikin ku ji ber bihabûna nirxê sotemeniyê (mazotê), karkirina bi van nirxan wan dixe nava zirarê.

Ji bo çareserkirina vê qeyranê, parlamenterên bajêr bi Serokwezîrê Iraqê re ketine peywendiyê. Hat ragihandin ku pêşniyar hatiye kirin sotemenî bi awayekî piştgirîkirî yan jî bêpere ji xwediyên molîdeyan re bê peydakirin da ku biha dakeve.

Şofêrekî taksiyê yê li Kerkûkê derbarê xwepêşandanan de ji Kurdistan24ê re ragihand, daxwazkirina kêmkirina nirxê elektrîkê mafekî rewa yê welatiyan e, lê şewitandina kolanan û zirarstandina li jîngehê karên nerast in.

Wî şofêrî anî ziman ku divê rûyê şaristanî yê bajêr bê parastin û got: “Niha ev bajar bêxwedî ye. Di serdema Necmedîn Kerîm de nirxê ampêra elektrîkê nedigihişt 11 hezar dînaran jî.” Her wiha bang li nûnerên bajêr ên li parlamentoyê û encûmena parêzgehê kir ku ji bo parastina mafên xelkê serdana Bexdayê bikin û tekez kir ku nabe di bin navê xwepêşandanan de karên neyasayî û talankerî rû bidin.