Li Deriyê Zêtê yê Navdewletî çûnûhatina geştiyaran bo rojekê tê rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Deriyê Navdewletî yê Zêtê ragihand, ji ber xebatên çakkirin û nûjenkirina rêyan ji aliyê Tirkiyeyê ve, çûnûhatina geştiyaran li dergehê bo dema rojekê tê rawestandin.

Rêveberiya Deriyê Navneteweyî yê Zêtê îro 3ê Mijdarê bi daxuyaniyekê welatî û geştiyar agahdar kirin ku sibe Çarşemê (04.11.2026), hemû çûnûhatin û livûtevgera geştiyariyê li ser sînorê dergehê tê rawestandin.

Li gorî daxuyaniyê, ev pêngav li ser daxwaza rêveberiya deriyê Dêrecîkê yê aliyê Tirkiyeyê û ji ber berdewamiya projeya nûjenkirina rêyan hatiye avêtin. Di heman demê de hat diyarkirin ku ji bilî çûnûhatina geştiyaran, hemû kar û çalakiyên din ên fermî li Deriyê Navdewletî yê Zêtê dê bi awayekî asayî dewam bikin.

Li gorî bernameya hatiye ragihandin, roja Pêncşemê (05.11.2026) dê dergeh ji nû ve li pêşiya geştiyaran were vekirin û hatûçûn vegere rewşa xwe ya asayî.

Rêveberiya Deriyê Zêtê daxwazê ji hemû welatî û geştiyaran dike ku dema sefera xwe li gorî vê guhertinê saz bikin û plansaziya geştên xwe ji bo roja Pêncşemê rêk bixin.