Bi biryara Mesrûr Barzanî; Nexweşxaneya Azadiyê li Dihokê tê nûjenkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, proseya nûjenkirina Nexweşxaneya Azadiyê li Dihokê hat destpêkirin. Ev jî bi armanca başteirkirina xizmetkariyan û dabînkirina amûrên bijîşkî yên serdemiyane ye, daku ew nexweşxane li ser xizmetkirina welatiyan berdewam be.
Ev nûjenkirin bi çend qonaxan tê bicihanîn, û guherîna hemî keresteyên saxlemiyê yên kevn û dabînkirina amûrên pêşkeftî vedigire. Welatî pêşwaziyê li vê biryarê dikin, ji ber ku ew li wê baweriyê ne ku barê giran ê darayî li ser milê wan kêm dike.
Welatî Hikmet Bacilorî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Nexweşxaneyeke wekî Nexweşxaneya Azadiyê, ku dîrokeke wê ya dêrîn heye, pêdivîtî bi nûjenkirin û dabînkirina amûrên hevçerx heye, ji ber ku pareka zêde ya welatiyan ji ber rewşa darayî şiyanên serdankirina nexweşxaneyên taybet nînin.”
Kewser Hemîd jî, ky yek ji perestarên wê nexweşxaneyê ye, ragihand: "Ev prose asta xizmetkariyan bilind dike û rewşa nexweşan baştir dike, herwisa dibe sedema wê yekê ku welatî zêdetir pişta xwe bi vê nexweşxaneyê germ bikin û kêmtir qesta nexweşxaneyên taybet bikin."
Amarên nexweşxaneyê navbirî diyar dikin ku rojane nêzîkî 2 hezar û 500 nexweşan serdana wê dikin. Ji 650 qerewêleyan, rojane 70% tije dibin û mehane zêdetirî 65 bo 70 hezar kesan li vê nexweşxaneyê çareseriyê werdigirin.
Birêvebirê Nexweşxaneya Azadiyê Dr. Sekvan Silêman ragihand: “Qonaxên nûjenkirinê hatine destpêkirin û niha proseya dîjîtalkirina xizmetkariyan tê bicihanîn. Tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de amûrên MRI û CT Scan bo vê nexweşxaneyê bêne dabînkirin.
Nexweşxaneya Azadiyê, ku li sala 1986ê hatiye damezrandin, xizmeta nêzîkî 2 mîlyon kesan li seranserî parêzgeha Dihokê dike. Di dema 40 salên borî de, para herî zêde ya rewşa saxlemiyê ya parêzgeha Dihokê berdewam li ser milên vê nexweşxaneyê bûye û bi vê nûjenkirinê jî dê bi awayekî serdemiyanetir xizmetkariyan pêşkêş bike.