Bereya Gel: Em tevlî rûniştina Parlamentooya Kurdistanê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Bereya Gel li Parlamentooya Kurdistanê di daxuyaniyekê de helwesta xwe ya fermî eşkere kir û ragihand ku pêxemetî rêzgirtina li dengê xelkê û çalakkirin desthilata danana qanûnê, fraksiyona wan tevlî rûniştina Parlamentooya Kurdistanê dibe; tekez jî kir ku nabe parlamento zêdetir leng bimîne.

Fraksiyona Bereya Gel li Parlamentooya Kurdistanê îro Sêşem, 3ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyeke fermî de helwesta xwe li ser destpêkirina rûniştinên gera şeşê ya parlamentoê ragihand.

Di daxuyaniya Fraksiyona Bereya Gel de hatiye: “Ev zêdetirî du salan e ku hilbijartin bo gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê hatine kirin, lê bêyî tu sedemekê karên parlamentoyê hatine lengkirin, di demekê de ku endamên parlamentoyê hilbijartiyên komên xelkê ne û divê di nava hola parlamentoyê de nûneratiya rastîn a daxwazî û mafên xelkê bikin.”

Li ser biryara tevlîbûna wan di rûniştinan de, Fraksiyona navbirî tekez kiriye: “Em wekî Fraksiyona Bereya Gel, helwesta me bi temamî eşkere ye ku divê parlamento dest bi karên xwe bike; li ser bingeha baweriya me bi rêzgirtina li mafê dengdêrên me, fraksiyona me tevlî rûniştina Parlamentoya Kurdistanê dibe.”

Serokatiya Dîwana Parlamentoya Kurdistanê her îro bangî hemî endamên xwe kir, daku di rûniştina bê de amade bin. Dîwana Parlamentoyê amaje bi wê yekê da ku ew civîn bo merema nîqaşkirina xalên rûniştina yekê di gera payîzî ya sala yekê ya gera şeşê ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de tê kirin.

Di pareka din a wê vexwandinê de hatiye rohnkirin ku rûniştina Parlamentoya Kurdistanê seet 11:00 ê pêşnîvroya roja Çarşemê, 04ê Mijdara 2026ê tê kirin. Dîwana parlamentoyê daxwaz ji hemî endaman kir ku di dema diyarkirî de li hola parlamentoyê amade bibin.