Zengilê civîna Parlamentoya Kurdistanê lêdan
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî zêdetirî du salan ji bêçalakbûnê û çêbûna valahiya yasayî, beriya bîskekê zengilê destpêkirina rûniştina Parlamentoya Kurdistanê hate lêdan, da ku civîna yekem a xulê berdewam bike.
Îro Çarşemê, 4ê Mijdara 2026an, parlamenter ber bi hola civînê ve diçin. Peyamnêrê Kurdistan24ê li avahiya parlamentoyê da zanîn, hemû amadekariyên pêwîst ji bo destpêkirina rûniştinê bi dawî bûne û heta niha 52 parlamenter li hundirê hola civînê amade ne.
Serokê Dîwana Parlamentoyê bal kişandibû ser rêjeya yasayî ya civînê û tekez kir ku li gorî peyrewa navxwe ya parlamentoyê, amadebûna 51 endaman bes e da ku rêjeya qanûnî ya civînê temam bibe û rûniştin rewayetiya xwe ya yasayî wergire.
Civîna îro bi mebesta berdewamîdan bi rûniştina yekem a Serdema Şeşem a Parlamentoya Kurdistanê tê lidarxistin.
Armanca sereke ya vê gavê ew e ku kar û xebatên saziya yasadanînê ya Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bikin û dawî li wê valahiya yasayî were anîn ku ev zêdetirî du sal in ji ber nakokî û rikeberiyên aliyên siyasî li herêmê dirust bûye.