Fraksiyona PDK'ê: Çalakkirina parlamentoyê ne li dijî ti aliyekî ye; rêz li dengê gel hate girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona PDK'ê li Parlamentoya Kurdistanê ragihand, piştî hilbijartina Desteya Serokatiyê, rêz li dengê gel û demokrasiyê hate girtin û çalakkirina parlamentoyê ne li dijî ti aliyekî siyasî ye.

Piştî bidawîbûna proseya hilbijartina Desteya Serokatiya nû ya Parlamentoya Kurdistanê, Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di konferanseke rojnamevanî de pîrozbahî li xelkê Herêma Kurdistanê kir û helwesta xwe li ser rewşa nû anî ziman.

Fraksiyona PDK'ê di daxuyaniya xwe de tekez kir, di vê qonaxê de rêz li proseya demokratîk û dengê dengdêran hatiye girtin. Her wiha hate diyarkirin ku ji nû ve destpêkirina xebatên parlamentoyê gaveke girîng e ji bo derbaskirina rawestana siyasî û bersivdayîna daxwazên welatiyan.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku aktîvkirina parlamentoyê ne li dijî ti alî û hêzeke siyasî ye, lê berûvajî vê yekê, pêngavek e di xizmeta berjewendiyên bilind ên giştî û hemû aliyên siyasî de.

Fraksiyona PDK'ê bal kişand ser pêgeha Herêma Kurdistanê û got: "Herêma Kurdistanê qewareyeke yekgirtî ya destûrî ye û parlamentoya wê jî sêkoya sereke ya pêkanîna yekrêzî û yekîtiya tevahiya aliyên Kurdistanê ye.