Elî Zeydî serdana Behreynê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî serdaneke fermî bo Behreynê dest pê dike; armanca serdanê jî bihêzkirina peywendiyên dualî û kêmkirina alozîyên herêmî ye.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî îro 4ê Mijdara 2026an, di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) ragihand, serdana Serokwezîr Elî Zeydî di çarçoveya siyaseta hevsengî û vebûna derve ya rêveberiya Bexdayê de tê kirin.
Ebûdî destnîşan kir ku ev pêngav li ser bingeha xwesteka kûrkirina peywendiyên bi welatên erebî re û hevkariya li gorî berjewendiyên Iraqê û aramiya navçeyê pêk tê.
Berdevkê hikûmetê diyar kir ku Elî Falih Zeydî dê li paytext Menamayê, ligel Şahê Behreynê Hemed bîn Îsa Al Xelîfe bicive û di vê civînê de her du alî dê li ser pêşxistina hevkariyên siyasî û aborî yên navbera Bexda û Menamayê, guherîn û pêşveçûnên herî dawî yên navçeyê, rêyên aramkirina girjiyan û piştgirîkirina çareseriyên siyasî û aştiyane rawestin.
Heyder Ebûdî her wiha eşkere kir ku ev geşta dîplomatîk temamkera zincîreya serdanên berê yên serokwezîr e bo bajarên Washington, Enqere, Tehran, Parîs, Berlîn, Dewhe, Riyad, Emman û Şamê.
Hat destnîşankirin ku Iraq li ser bingeha rêzgirtina dualî û berjewendiyên hevbeş hewl dide kanalên diyalog û hevkariya navneteweyî bi hemû aliyan re xurtir bike.