Serok Barzanî: Çalakirina Parlamentoya Kurdistanê pêngavek e bo parastin û bihêzkirina Kurdistanê

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî di peyamekê de çalakirina Parlamentoya Kurdistanê li gelê Kurdistanê, Desteya Serokatiya Parlamentoyê û hemî aliyên siyasî pîroz kir û ragihand: "Çalakirina parlamentoyê pêngavek e ber bi parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê ve û li dijî tu kes û aliyekî nîne û bi piştrastî ve dê di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û proseya siyasî de be."

Serok Barzanî îro Çarşem, 4ê Mijdara 2026ê, bi helkeftina çalakirina Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir û di peyama xwe de got: "Bi helkeftina çalakirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê, Desteya Serokatiya Parlamentoyê û hemî aliyên siyasî dikim."

Her di peyama Serok Barzanî de hatiye: "Piştî du salan di ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê re, bi dilxweşî ve Parlamentoya Kurdistanê hat çalakirin. Li vê derê ez spasiya hemî wan parlamenteran dikim ên ku helwesta wan hebû û bi erkê xwe yê qanûnî û nîştimanî rabûn û ev dezgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê çalak kir."

Serok Barzanî tekez jî kir: "Çalakirina parlamentoyê pêngavek e ber bi parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê ve û li dijî tu kes û aliyekî nîne û bi piştrastî ve dê di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û proseya siyasî de be."

Serok Barzanî herwisa ragihand: "Niha ku parlamentoyê dest bi karên xwe kiriye, ez daxwazê ji hemî wan aliyên rêzdar dikim ên ku tevlî wê proseyê nebûne, ew jî tevlî wê bibin û bi hev re pêxemetî xizmetkirina gelê Kurdistanê û pêngavên din hevkar û alîkarên proseya siyasî bin."

Piştî têperbûna nêzîkî du salan, ku gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê rûniştina xwe ya yekê li roja 02/12/2024ê li dar xist, ew rûniştin vekirî ma, li dawiyê jî îro Çarşem, 4ê Mijdara 2026ê, bi amadebûna 52 parlamenteran, rûniştina duyê ya parlamentoyê hat lidarxistin û serok, cîgirê serok û sekretêrê parlamentoyê hatin hilbijartin.

Piştre Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Vala Ferîd berî ku rûniştina îro bi dawî bîne, peyamek pêşkêşî tevaya fraksiyonan kir da ku tevlî civînên bê yên Parlamentoya Kurdistanê bibin, herwisa daxwazeke wê ya din ji fraksiyonan ew bû ku heta Duşema heftiya bê navên kandîdên xwe bo danîna lîjneyên parlamentoyê pêşkêş bikin, bi taybetî lîjneya qanûnî.