Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz rewşa Îraq û deverê nîqaş kir

Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz
Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şeibî kir, pê re rewşa giştî ya Îraqê û deverê nîqaş kir û tekez li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşem, 4ê Mijdara 2026ê, pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz kir.

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşhat û guherînên rewşa giştî ya Îraqê û deverê li hev guhertin.

Di pareka din a danûstandinan de, tekez li ser giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bi awayekî dadperwerane, wekî hemû parên din ên Îraqê, li ser bingeha rêzgirtina li sîstema federalî ya Îraqê û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê hat kirin.