Muzîka ser rêya Korê – Şeqlawe – Qendîl diyariya Mesrûr Barzanî ji bo welatiyan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Mijdara 2026an, di dema vekirina projeya stratejîk a rêya (Korê – Şeqlawe – Qendîl) de, taybetmendiyeke nûjen û kêmwêne wek diyarî pêşkêşî welatî û şofêran kir ku ew jî lêdana awaza sirûda neteweyî "Ey Reqîb" e li ser cadeyê.

Dema ku şofêr di vê cadeyê re derbas dibin, dikarin guhdariya awaza sirûda neteweyî ya "Ey Reqîb" bikin. Lê ji bo ku ev awaz bi awayekî zelal, temam û rêkûpêk bigihêje guhê ajokar û geştiyaran, pêwîst e otomobîl tenê bi leza 80 kîlometre di saetê de (80 km/s) ajotina xwe bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe ya vekirina projeyê de bal kişand ser zehmetiya cografyaya herêmê û got: “Cadeyeke yekcar ciwan û rêkûpêk hatiye avakirin. Her çend birîn û tijîkirina newal û çiyayan karekî gelekî zehmet bû jî, lê bi rengekî gelekî baş û li gorî standardên navneteweyî çêkirine.»

Mesrûr Barzanî her wiha hêviya xwe anî ziman ku hemû rêyên Kurdistanê di vê astê de werin nûjenkirin û got: “Hêvîdar im em bikaribin hemû rêyên Kurdistanê bi vî rengî ava bikin û bajarên xwe bi hev ve girê bidin; ev yek dê çûnûhatina welatiyan, hatina geştiyaran, pêşxistina bazirganiyê û kêmkirina dema rêwîtiyê gelekî hêsantir bike.”

Serokê Hikûmetê daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo silametiya canê xwe û hezkiriyên xwe, pabendî rêzikên trafîkê bin û leza xwe zêde nekin.

Barzanî derbarê vê tecribeya muzîkal a li ser rêyê de wiha axivî: “Tiştê cuda yê di vê cadeyê de ku min hest pê kir ew e ku awaza sirûda ‘Ey Reqîb’ li ser rêyê hatiye çêkirin; heke hûn bi leza 80î ajotinê bikin, hûn ê guhdariya sirûda ‘Ey Reqîb’ bikin ku bi rastî tiştekî pir balkêş û ciwan e. Hêvî dikim hûn vê ezmûnê biceribînin, lê hêdîka û bêyî pirsgirêk û aloziyan.”