Deriyê Sînorî yê Pêşxabûr-Sêmalka bi dirêjahiya heftiyê dê vekirî be
Navenda Nûçeyan (K24) – Birêvebirê Deriyê Pêşxabûrê ragihand ku Deriyê Sînorî yê Pêşxabûr - Sêmalka ji niha û pê ve li rojên Înê jî dê vekirî be, û tevgera bazirganî û ya welatiyan dê di tevaya heftiyê de berdewam be.
Birêvebirê Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê Şewket Berbiharî ji Kurdistan24ê re ragihand ku ji niha û pê ve Deriyê Sînorî yê Pêşxabûr - Sêmalka dê li rojên Înê jî vekirî be û çûnûhatin bi dirêjahiya heftiyê dê berdewam dibe.
Şewket Berbiharî herwisa got: "Ev biryar ji sibe În, 6ê Mijdara 2026ê ve tê bicihanîn û ev rêkara nû çûnûhatina welatiyan û tevaya çalakiyên bazirganî yên ligel Rojavayê Kurdistanê vedigire."
Navbirî herwisa ragihand ku dewama fermî ya wî derîyî dê her roj ji seet 8:00 ê sibehê heta 4:00 ê êvarê be û ew derî dê li ber tevgera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê vekirî be.
Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê deriyekê sînorî yê rûbarî ye, li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, û dikeve bajarokê Pêşxabûrê û ser rûbarê Xabûrê, ku ew rûbar dirije ser rûbarê Dîcleyê di Herêma Kurdistanê de.
Deriyê navbirî li beranber Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê l parêzgeha Hesekê ye li Rojavayê Kurdistanê û di salên 1990an de hatibû vekirin.