Amerîka bo K24ê: Em piştgiriya Herêma Kurdistanê ya bihêz û xweragir dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir ku Waşinton piştgiriya Herêma Kurdistanê ya bihêz û xweragir dike û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê wekî stûneke bingehîn di peywendiyên berfireh ên di navbera Amerîka û Îraqê de dimîne.
Berdevkekê Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Pêncşem, 5ê Mijdara 2026ê, di bersiva malpera Kurdistan24ê de, helwesta fermî ya welatê xwe li ser peywendiyên stratejîk ên ligel Îraqê û giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê eşkere kirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez li ser wê yekê kir ku Waşinton piştgiriya Herêma Kurdistanê ya bihêz û xweragir di Îraqê de dike, ku dê herdem wekî stûneke bingehîn di peywendiyên berfireh ên di navbera Amerîka û Îraqê de bimîne.
Di pareka din a daxuyaniya xwe de, Berdevkê jêgotî amaje bi pabendbûna demdirêj a Waşintonê bi paşeroja Îraqê kir û ragihand ku Amerîka pabendî hevpariyên xwe li seranserî Îraqê ye; ew hevparên ku bo avakirina welatekî xwedî serweriya rastîn, tena û jiyar-xweş kar dikin.
Herwisa Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê peyamek pêşkêşî tevaya hêz û aliyên siyasî kir û got: "Em tevaya aliyan pal didin ku bi lez û bi awayekî avaker li ser wan pirsan kar bikin ên ku dibin sedema bihêzkirin û xurtkirina dezgehên dewletê di Îraqê de, bi awayekî ku Îraq bikare wekî hevpareke bawerpêkirî bo Amerîkayê û tevaya deverê roleke berçav bilîze."