DEM Partî: Rewşa nû ya Îmraliyê erênî ye lê sînorkirî e

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka DEM Partiyê di kongreyeke rojnamevanî de li bingeha sereke ya partiya xwe li Enqereyê nirxandin bo rewşa siyasî û pêşhatên proseya aştiyê li Tirkiyeyê kir, û ragihand ku di proseya aştiyê de dem xwedî giringiyeke jiyanî ye û divê neyê windakirin, herwisa daxwaza bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bo azadkirina Selahattin Demirtaş û baştirkirina rewşa Abdullah Ocalan jî kir.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan bi rêy bibîrxistina salvegera operasyona 4ê Mijdara 2016ê, ku tê de hevserokên giştî û parlamenterên HDPê hatibûn desteserkirin, amaje bi wê yekê kir ku ew bûyer li ser îradeya gel û siyaseta demokratîk werçerxanek û derbeke bû. 

Ayşegul Dogan tekez jî kir ku doza Kobanê dozeke siyasî ye ne qanûnî ye û daxwaz jî kir ku bi lez biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AİHM) bên bicihanîn û tevaya siyasetmedarên zîndanîkirî bên azadkirin, berî hemiyan jî Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag.

Berdevka navbirî behsa wê yekê jî kir ku civak û dezgehên siyasî piştî qanûna çarçoveyê li bendê ne ku pêngavên kiryarkî bên avêtin û got: "Di proseya aştiyê de demê giringiyeke jiyanî heye, welatê me ji ezmûnên derbazbûyî bi êş fêrî vê yekê bûye. Divê tevaya deste û lîjneyên peywendîdar, bi taybetî jî Desteya Aştiyê, bi awayekî çalak bên xebitandin, herwisa divê karên pêkanîna Komîsyona Çavdêriyê li Parlamentoyê bê derengî bên qedandin û desthilata biryardanê ji wan re bê dan."

Di derheqa pêngavên bê yên proseyê de jî, Berdevka DEM Partiyê tekez kir ku ji bok u prose bi awayekî saxlem bi rê ve biçe, divê şertên qanûnî û fîzîkî yên xebatê yên Abdullah Ocalan bên rêkxistin: "Daku Ocalan bikare tevlîbûneka çalak di proseyê de bike, divê jîngeha xebat, hevdîtin û peywendîkirinê bo wî bê misogerkirin.

Ayşegul Dogan herwesa tekez jî kir ku rewşa nû ya Îmraliyê erênî ye lê sînorkirî ye, divê rê bê dan ku rojnamevan, rêxistinên civaka sivîl û mafperwer serdana Îmraliyê bikin û derfeta hevdîtinên berdewam hebe."

Berdevka navbirî herwisa daxwaz jî kir ku bi zûtirîn dem siyaseta sepandina qeyûman bê bidawîanîn û şaredarî bo kesên hatine hilbijartin û xwedî maf bên vegerandin.

Berdevka DEM Partiyê herwisa daxwaza bicihanîna bêkêmasî ya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrî ya Tirkiyeyê kir û got: "Divê zîndaniyên nexweş tavilê bên azadkirin, rê li ber biryarên tepeserkirinê yên li ser zîndaniyan bê girtin û nabe bi biryarên nedadperwerane sîber li ser vê piroseyê bê danan."

Ayşegul Dogan tekez jî kir ku divê astengên li ber azadiya dîtin û nerînan û rojnamevaniyê bên rakirin, herwisa proseya çareseriyê bi rengekê zelal bi rê ve biçe daku ti tirs û gotgotk li ser çêbûna qeyranê an rawestana proseyê nemînin, herwisa daxwaz ji hemî aliyan jî kir ku bi nexşerêyeke baş berpirsiyariya hevpar hilbigirin.