Îro baran li tevaya deverên Herêma Kurdistanê dibare

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Kesnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro piştî nîvro baran dê li seranserî Herêma Kurdistanê bibare û di hin seetan de jî dê bi xurtî û bi lez bibre.

Rêveberiya Giştî ya Kesnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê îro În, 6ê Mijdara 2026ê, belav kir ku asman dê di navbera nîvewir û tamewir de be, di demên sibehê de barana hûr û barana navincî li parêzgeha Dihokê û Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê dê bibarin, paşê piştî nîvro bandora wê pêlê dê hemî deverên Herêma Kurdistanê vegire û li piraniya deveran baran dê bibare.

Herwisa bi şevê jî di hinek deman de baran dê bi awayê xurt û birûşkan be, bi taybetî li deverên Rêveberiya Serbixwe ya Gêrmiyanê û parêzgehên Silêmanî û Helebceyê.

Herwisa bo sibe Şemî, 7ê Mijdara 2026ê, jî asman dê pirî ewrên baranan be û barana hûr û barana navnicî dê li piraniya deveran bibarin, herwisa hinek deman baran dê bi awayê xurt û bibirûşk be, ku pêşbiniya bilindbûna asta avê tê kirin û bi taybetî li parêzgeha Silêmaniyê û derdora parêzgeha Hewlêrê.

Bilindtirîn pileyên germê yên pêşbînîkirî bi pileyên Sîlîzî:

- Hewlêr: 22 pileyên Sîlîzî

- Pîrmam: 16 pileyên Sîlîzî

- Silêmanî: 17 pileyên Sîlîzî

- Helebce: 21 pileyên Sîlîzî

- Çemçemal: 22 pileyên Sîlîzî

- Dihok: 20 pileyên Sîlîzî

- Zaxo: 22 pileyên Sîlîzî

- Gêrmiyan: 24 pileyên Sîlîzî

- Hacî Omeran: 10 pileyên Sîlîzî