Trump: Me di nav çend xulekan de bingeheke serbazî ya Îranê wêran kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, artêşa welatê wî êrîşeke leşkerî ya lez û sînordar biriye ser bingeheke leşkerî ya Îranê.
Trump li bajarê West Palm Beach ê ser bi wîlayeta Florîdayê ji rojnamevanan re diyar kir: "Îraniyan bingeheke biçûk a bergiriya asmanî ava kiribû, lê me di nav 15 xulekan de, yan jî dibe ku di 5 xulekan de ew bi temamî wêran kir."
Ajansa nûçeyan a Associated Pressê (AP) da zanîn, Serokê Amerîkayê ti hûrgiliyên zêdetir li ser armancê û cihê wê aşkere nekirine û tenê ew êrîş wek "çalakiyeke leşkerî ya sînordar" binav kiriye.
Hevdem ligel van daxuyaniyan, dengê du teqînên bihêz li devera Sûza ya li Girava Qeşmê li nêzîkî Tengava Hurmizê hatibû bihîstin ku ew der yek ji rêyên sereke yên veguhastina petrolê ye li cîhanê.
Televîzyona fermî ya Îranê jî piştrast kir ku dengê du teqînan li derdora devera Sûza ya li Girava Qeşmê û her wiha Bendera Xemîr a li başûrê Îranê hatiye bihîstin.
Ji aliyê xwe ve, ajansa Tesnîmê ragihand ku dengê firîna firokeyên şer li ser asmanê Girava Qeşmê hatiye bihîstin. Li gorî ajansê, van dengan tirs û nîgeranî xistiye dilê xelkê deverê û hejmarek welatiyan malên xwe terikandine.
Her wiha di raporên destpêkê de hat diyarkirin ku du mûşek li wê giravê ketine, lê heta niha derbarê zirarên madî û canî de, ti daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.
Îran: Me droneke Amerîkayê xist xwarê
Li aliyekî din, Supaya Pasdaran ragihand, wan droneke Amerîkayê ji cureya MQ-1 li asmanê Girava Qeşmê armanc girtiye û xistiye xwarê. Li gorî Supaya Pasdaran, ev 16emîn drona ji vî cureyî ye ku ji aliyê hêzên Îranê ve tê xistin.