Encûmena Wezîran a Iraqê budceya 2027an gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro 7ê Mijdarê 2026an, Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna xwe ya asayî de bi serperiştiya Serokwezîr Elî Zeydî, dest bi nirxandin û gotûbêjkirina projeyasaya bûdceya giştî ya sala 2027an bike.

Li gorî zanyariyan, rojeva sereke ya civînê taybet e bi destnîşankirina dahat û xerciyên dewletê bo sala bê. Jêderekî agahdar di hikûmetê de da zanîn ku pişka wezaret û kertên cuda bi hûrgilî tê destnîşankirin, da ku projeyasa bigihîje qonaxa dawî û ji bo pesendkirinê arasteyî Parlamentoya Iraqê bê kirin, bi armanca ku di nava mehekê de deng li ser bê dayîn.

Ev pêngav di demekê de ye, hewlên Kurdan ji bo misogerkirina şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di bûdceyê de didomin. Endamê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Sîpan Şêrwanî ragihand, roja 5ê Mijdarê, lijneyeke fraksiyona wan ligel lijneyeke payebilind a hikûmeta federalî civiyabû.

Lijneya federalî ji cîgirê serokwezîr, wezîrên petrol, darayî, şaredariyan û Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federalî pêk hatibû.

Şêrwanî diyar kir ku armanca sereke ya civînê çareserkirina yekcarî ya kêşeya mûçeyan û dabînkirina pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya 2027an de bûye: "Me bi berfirehî li ser wan xal û bendên pêwendîdarî Herêma Kurdistanê gotûbêj kir û hemû têbînî û nêrînên xwe pêşkêş kirin, da ku tevahiya maf û şayisteyên destûrî yên Herêma Kurdistanê di reşnivîsa bûdceyê de bên parastin."

Li gorî reşnivîsa bûdceya 2027an ku berê hatibû eşkerekirin, hikûmeta Iraqê xerciyên giştî bi 217 trîlyon dînar û dahatên xwe jî bi 174 trîlyon dînar xemilandiye.

Di vê reşnivîsê de pişka Herêma Kurdistanê hatiye kêmkirin û wekî 13.308 trîlyon dînar hatiye danîn. Ev di demekê de ye ku ev pişk di sala 2023an de 16.498 trîlyon dînar bû, ango bi rêjeya %19.3 hatiye kêmkirin. Her wiha pişka Herêmê di sala 2021ê de 11.482 trîlyon dînar bû.