Kurdistan Foundation û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya zirardîtiyên lehiya Hewlêrê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo pişgiriya zirardîtiyên lehiya xurt a şeva borî ya Hewlêrê, xwebexşên "Kurdistan Foundation" û tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rasterast ketin nav meydanê û dest bi belavkirina alîkariyên lezgîn û nehiştina şûnwarên wê karesatê kir.
Piştî lehiya şeva borî ya bajarê Hewlêrê (Şemî, 07ê Mijdara 2026ê), her du dezgehên "Kurdistan Foundation" û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand ku ew alîkariya zirardîtiyên wê rûdanê dikin.
Kurdistan Foundation, ku ji aliyê Arîn Mesrûr Barzanî ve hatiye damazrandin, di daxuyaniyekê de da zanîn ku îro Yekşem, 08ê Mijdara 2026ê, xwebexşên wan bi awayekî meydanî alîkariya zirardîtiyan kiriye.
Di pareka din a daxuyaniya xwe de, dezgeha navbirî spasiya wan xwebexş û kesan kir ên ku bêyî daxwaz ji wan bê kirin bo alîkariya lêqewimiyan çûne pêş, herwisa tekez kir ku rûdanên bi rengî xwezaya alîkarî û hevgirtina civaka Kurdî diyar dikin.
Herwisa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî di daxuyaniyekê de ragihand ku alîkariya lêqewimiyên lehiya Hewlêrê dike û tîmên wan di xizmeta welatiyan de ne.
Şeva borî lehî bû sedema gihandina zirarê ji bo hejmareke tax, xanî û milkên welatiyan li Hewlêrê. Ji bo alîkarîkirina zirardîtiyan jî çendîn tîmên rizgarkirinê û xwebexş çûne meydanê.
Pêleke bihêz a baranê ji roja Pêncşem, 5ê Mijdara 2026ê ve deverên Herêma Kurdistanê vegirtin û di şeva Şemî, 7ê Mijdarê de gihîşt asta herî bilind. Barîna rêjeyeka gelek zêde ya baranê di demeke kurt de bû sedema çêbûna lehiyê li hejmareka tax û cadeyên bajarê Hewlêrê û astengiyeke zêde ji bo çûnûhatina welatiyan çê kir.
Li gorî amarên fermî, ji ber lehiyê du kesan li bajarê Hewlêrê canê xwe ji dest da, ku yek ji wan Mistefayê 5 salî bû û yê din jî ciwanekî xwebexş ê 25 salî bû ku di dema rizgarkirina xelkê de xeniqî.
Ji bo parastina jiyana welatiyan û peydakirina derfetê bo tîmên şaredariyê ji bo paqijkirina cadeyan, Parêzgeha Hewlêrê biryar da ku îro Yekşem, 8ê Mijdarê li hemî baxçe, dibistan û zanîngehan bêhnvedana fermî be. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tevahiya tîmên rizgarkirin û qeyranan xistin rewşa amadebaşiyê ji bo alîkarîkirina lêqewimiyan û kêmkirina ziraran.