Zeydî lijneyeke lêkolînê bo êrîşa li ser Kormorê pêk tîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê ferman da lijneyeke lêkolînê ya hevpar ji bo lêkolînkirina êrîşa li ser Zeviya Kormorê ya Gazê bê pêkanîn.
Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî îro Duşem, 9ê Mijdara 2026ê, fermana pêkanîna lijneyeke lêkolînê ya hevpar da, ew jî piştî hevahengîkirina ligel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê, bi merema lêkolînkirina hûrgiliyên wê êrîşa tawankarî ya ku li ser Zeviya Kormorê ya Gazê li qezaya Çemçemalê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.
Li gorî zanyarên destpêkî ku ji aliyê Fermandariya Giştî ve hatine belavkirin, di encama wê êrîşê de ti zirarên canî çê nebûne û lêkolîn ji bo vedîtina sedem û bikerên vê destdirêjiyê berdewam in.
Duhî Yekşem, 8ê Mijdara 2026ê, êrîşeke din a dronî li ser Zeviya Kormorê ya Gazê li nahyeya Qadirkeremê ya girêdayî qezaya Çemçemalê hat kirin. Di encama wê êrîşê de ku pişka "zeviya kevn" û taybet bo berhemanîna gaza malan (LPG) hatibû armancgirtin, şewateka mezin di nav wê zeviyê de çê bû û zirareka zêde ya madî gihîşt wê; lê ji ber lêdana zengila hişyariyê berî wê êrîşê û çûna karkeran bo penagehan, ti zirarên canî çê nebûn, her çend berhemanîna gazê bi temamî hat rawestandin.
Zeviya Kormorê ya Gazê ku ji sala 2007ê ve ji aliyê kompaniya Dana Gasê ve veberhênanê dike û ji sala 2008ê ve ketiye nav pişka berhemanînê, çavkaniya sereke ya dabînkirina sotemeniyê ye bo santralên elektrîkê. Ev zeviya ku zêdetirî 1 trîlyon û 800 milyar pêyên sêca yên gaza xwezayî tê de heye, nêzî %67 ji elektrîka Herêma Kurdistanê (nêzîkî 3,700 megawatan) dabîn dike û bi riya lûleyan gazê bo westgehên Hewlêr û Çemçemalê dişîne.
Piştî van rûdanan û ji bo lêkolînkirina hûrgiliyên vê êrîşa tawankarî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî îro Duşem, 9ê Mijdara 2026ê, piştî hevahengî û hevkariya ligel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê, biryara pêkanîna lijneyeke lêkolînê ya hevpar da, daku sedem û bikerên vê destdirêjiyê eşkere bikin.