Serok Barzanî: Ez daxwazê ji birayên YNKê dikim ligel PDKê rûnin û arêşeyan çareser bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî di peyamekê de ragihand ku berjewendiya gelê Kurdistanê di ser hemî armanc û berjewendiyên din re ye, herwisa daxwaz ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî kiriye ku ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bicive.

Peyama Serok Barzanî

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Li ser pêşhat û rewşa siyasî, divê hemî alî wê yekê li ber çavan werbigirin ku berjewendiya gelê Kurdistanê ji hemî berjewendî û armancên din mezintir e.

Li ser wê bingehê jî, ez daxwazê ji birayên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dikim ku ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêkve rûnin, arêşeyan çareser bikin û qeyrana siyasî ya Herêma Kurdistanê bi dawî bînin.

Herwisa ez zêde hez dikim ku aliyên din jî yên siyasî yên Herêma Kurdistanê tevlî pêngavên proseya siyasî bibin, pêkve hikûmeteke berfireh û niştimanî pêk bînin û bersiva daxwaz û xwestekên xelkê Kurdistanê bidin.

 

Mesûd Barzanî 

9ê Mijdara 2026ê