Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî li Bexdayê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dest pê kir û gelek pirsên girîng di wê civînê de tên nîqaşkirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Dîlan Barzan got ku civîna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nîvroya îro Duşem, 09ê Mijdara 2026ê, li Bexdayê ligel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dest pê kir.

Peyamnêrê Kurdistan24ê behsa wê yekê jî kir ku di civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîr Elî Zeydî de, gelek pirsên girîng ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên nîqaşkirin, a herî girîng jî pirsa pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya Îraqê de bo sala 2027ê de ye, ku heta niha lihevkirin li ser wê nehatiye kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê naraziye.

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, piştî temambûna civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya ligel Serokwezîrê Îraqê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê ligel piraniya serok û serkirdeyên aliyên siyasî yên Îraqê bicive.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê sibehê Duşem, 09ê Mijdara 2026ê, bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê.

Ev serdana duyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye bo Bexdayê di îsal de, serdana wî ya borî di Gulana borî de bû, ku ji bo xurtkirina peywendiyên siyasî û nîqaşkirina dosyeyên hevpar ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Îraqê de bû.