Mesrûr Barzanî: Me ligel Bexdayê li hev kir ku yek budce ji bo Herêma Kurdistanê were terxankirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê serdana wî ya bo Bexdayê û civîna wî ligel berpirsên Bexdayê de.
Deqa axaftina Mesrûr Barzanî:
"Di serdana me ya îro ya bo Bexdayê de, me civîneke gelekî giring û berhemdar ligel Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, wezîrên pêwendîdar ên darayî û petrolê û aliyên ku tevlî civînê bûn, pêk anî.
Me tekezî li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kir, ji wan jî şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê, û em gihîştin encamên gelekî baş ku dê di berjewendiya hemû Iraqê de bin û di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ne jî.
Li ser mijara budceyê, em ligel birêz Serokwezîr gihîştin wê rêkeftinê ku mûçeyên Herêma Kurdistanê misoger û berdewam bin. Li ser şayisteyên din ên darayî jî mekanîzmayeke guncaw ketiye ber hevtêgihiştinê û têgihiştineke me ya baş heye; bi taybetî li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê wek yek herêm were hejmartin û yek budce ji bo tevahiya Herêmê bê terxankirin. Ev yek ji bo me cihê dilxweşiyê ye û ez hêvîdar im bibe cihê dilxweşiya hemû xelkê Kurdistanê jî.
Li ser mijara kêlgeha Kormorê, em her du alî hevnêrîn bûn ku divê dawî li vî rengê êrîşên li ser kêlgehên petrolê û kêlgehên gazê bê anîn. Em van cure êrîşan bo ser her cihekî li Iraqê şermezar dikin, bi taybetî wan jêrxanên aborî yên ku jiyana xelkê pê ve girêdayî ye. Her wiha komîteyeke lêkolînê jî li ser vê mijarê hatiye avakirin, da ku bigihîjin encamekê, û em hêvîdar in piştî wê çi sûcdarek di vê mijarê de derkeve holê, bigihîje cezayê xwe yê yasayî.
li ser dosyaya petrolê de jî, em hevnêrîn bûn ku di dariştina siyaseta petrolê de şirîk bin û li seranserê Iraqê piştgiriyê bidin zêdekirina berhemanînê. Li ser vê bingehê, me behsa mekanîzmayên guncaw kir, da ku hevahengiya me ligel hikûmeta federal hê bêtir bihêz bibe."