Pêşewa Hewramanî: Civîna Mesrûr Barzanî ya li Bexdayê giring û berhemdar bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtina navbera Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî de, Serokwezîrê Iraqê aniye ziman ku ew dixwaze pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi awayekî bingehîn û ji kokê ve çareser bike.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro 9ê Mijdara 2026an, derbarê serdana şanda Hikûmeta Herêmê ya ji bo Bexdayê de daxuyaniyek belav kir û civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya li paytexta Iraqê wekî hevdîtineke "giring û berhemdar" binav kir.
Hewramanî da zanîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî li ser pirsa bûdçeyê, mûçeyên fermanberan û hejmarek mijarên din ên giring civîneke baş û bi encam pêk anîne.
Berdevkê Hikûmeta Herêmê her wiha amaje bi wê yekê kir ku Mesrûr Barzanî bi awayekî zelal, bi dane û bi hejmaran hemû mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê xistiye ber destê Serokwezîrê Iraqê û wezîrên peywendîdar û rewş ji wan re şirove kiriye. Pêşewa Hewramanî destnîşan kir ku li hember van daxwazan, Elî Zeydî diyar kiriye ku ew dixwaze kêşeyan bi awayekî bingehîn çareser bike.