Li Îzmîrê di kargeheke de teqîn rû da: 6 kesan canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Aliagayê ya ser bi parêzgeha Îzmîrê ve, di kargeheke hesin û polayê de teqînek rû da. Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama vê bûyera dijwar de herî kêm 6 kesan canê xwe ji dest dane û 14 kesên din jî birîndar bûne, ku birîna 3 ji wan giran e.

Parêzgariya Îzmîrê bi daxuyaniyeke fermî ragihand, bûyer îro duşemê, 9ê Mijdara 2026an, li derdora saet 12:00ê nîvro li tesîsên Kompanyaya Hesin û Polayê ya HABAŞê ya li Taxa Bozkoyê ya girêdayî navçeya Aliagayê qewimiye.

Li gorî lêkolîn û nirxandinên destpêkê yên berpirsan, teqîn di dema rijandina pola şil de rû daye; piştî ku parçeyek ji krêna jorîn ji hev qetiya ye û bi ser firina kevanî de ketiye, di encamê de teqîneke mezin çêbûye.

Parêzgariyê diyar kir ku welatiyên birîndar ji bo wergirtina dermankirinê yekser bo nexweşxaneyên cuda yên herêmê hatine veguhestin. Her wiha hat ragihandin ku tîmên hawarhatinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bênavber didomînin, da ku xwe bigihînin 8 welatiyên ku tê texmînkirin di bin kavilên tesîsê de asê mane.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku derbarê sedemên rûdana vê karesatê de lêpirsîneke berfireh û hemûalî hatiye destpêkirin û pêşketinên li ser rewşa karker û birîndaran bi hûrbînî tên şopandin.