Hunermend Ednan Omar strana "Kurdistan" belav dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermend û dengbêjê yê ji herêma Efrînê Ednan Omar, berhema xwe ya herî nû ya bi navê "Kurdistan" bi vîdyoklîbekê belav kir. Gotin û awaza vê strana nû ji aliyê hunermend bi xwe ve hatine ristin û danîn.
Di vê xebatê de, aranje û belavkirina muzîkê ligel mîks û masterîngê ji aliyê muzîkjen Xelîl Hozan ve hatiye kirin. Her wiha karê amadekirina senaryoyê, montaj û derhêneriya vîdyoklîbê jî ji aliyê Xelîl Hozan ve hatiye amadekirin.
Hunermend û dengbêj Ednan Omar di sala 1965an de li gundê Gorda ê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji dayik bûye. Ew bi qirika xwe ya zêrîn û dengê xwe yê bilind ê çiyayî di warê stranên resen, folklorî û destanên dîrokî de, wek yek ji stûnên sereke yên hunera herêmê tê naskirin.
Ednan Omar wek gencîneyeke zindî ya kelepûra Efrînê tê dîtin ku bi dehan destan û kilamên kevnar ên kurdî di bîra xwe de parastine.