Erdogan: Zêdetir ji 4 hezar endamên PKKê tevlî hêzên Iraqê bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê ragihand, ji bo çespandina desthilata dewletê li Şingalê pêngavên giring hatine avêtin û zêdetirî çar hezar endamên PKKê çûne nav rêzên hêzên Iraqê. Her wiha tekez kir ku ti paşveçûnek ji proseya aştiyê nîne û ew bi biryar in wê bi serkeftî bi dawî bînin.
Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan îro 9ê Mijdara 2026an, piştî civîna kabîneya hikûmeta xwe, di konferanseke rojnamevanî de derbarê rewşa herêma Şingalê û pêşhatên proseya aştiyê axivî.
Erdogan di axaftina xwe de amaje bi rewşa Şingalê kir û ragihand: "Li Şingalê ji bo çespandina desthilat û serweriya dewletê û her wiha valakirina şikeftan, pêngavên bi qîmet û giring hatine avêtin."
Herwiha Serokomarê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de aşkere kir ku zêdetirî çar hezar endamên PKKê peywendî bi hêzên fermî yên Iraqê re kirine û tevlî wan bûne.
Derbarê proseya aştiyê û pêngavên siyasî yên navxweyî de jî, Serokomarê Tirkiyeyê pêdagirî li ser biryardariya hikûmeta xwe kir û got: "Em bi biryar in proseyê bi ser bixin; ti paşveçûnek ji vê proseyê nîne û em ê bê guman bi awayekî serkeftî bigihînin encamê."