Akademîsyen gotinên Îbrahîm Kalin bi rengekê erênî pêşwazî dikin
Diyarbekir (K24) – Piştî ku Serokê Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin amaje kir ku bo çareseriyê çekdanîna tenê têr nake û divê gavên demokratîk jî werin avêtin ev yek ji aliyê akademîsyenan ve wek pêşhatek erênî hat şîrovekirin. Akademîsyen amaje dikin ku ev daxuyanî dê pêvajoya çekdanîna leztir bike û wê pêvajoyê bike pêvajoyeke civakî û her wiha ev daxuyanî tê wateyê ku rexneyên ji aliyê kurdan ve li pêvajoyê tên kirin berçav têne girtin.
Serokê Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin di gotarek xwe de anî zimên ku bo serkeftina pêvajoyê divê pêvajo li ser 2 lindan bimeşe ku çekdanîn tenê têra çareseriyê anek û divê ev yek bi gavên demokratîk jî were pêşxistin. Akademîsyen derbarê vê daxuyaniya Îbrahîm Kalin de dibêjin ji ber ku cara yekem e ji aliyê dewletê ve tê gotin ku çekdanîn tenê ne bes e ev yek pêşhatek girîng û hêja ye û dewlet di warê çareseriya pirsa kurd de wek berpirs dibîne.
Akademîsyenê Beşa Hiqûqê yê Zanîngeha Dîcleyê Salim Orhan di vî warî de got: “Ji serê pêvajoyê ve dewletê digot ev pêvajo pêvajoya çekdanîna PKKê ye, heta digotin pirsa kurd hatiye çareserkirin, Gotinên Îbrahîm Kalin giring in ku cara yekem e dewlet dibêje eger PKK ji hole rae jî divê derbarê pirsa kurd de gav werin avêtin.”
Akdemîsyen di wê pêşbiniyê de ne ku daxuyaniyên Îbrahîm Kalin nîşaneya avêtina gavên yasayî yên piştî çekdanînê ye û desthilat jî dixwaze bêpirsgirêk pêvajoyê bibe heta hilbijartina 2028ê.
Serokê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Profesor Dr. Rûstem Erkan jî ragihand: “brahîn Kalin ew kes e ku di qadê de hevahengiya pêvajoyê dike. ji ber wê gotinên wî girîng in. Tê xwestin ku pêvajo bibe pêvajoyek civakî. Qonaxa yekem a pêvajoyê çekdanîn e, li ser vê yekê di helwesta dewletê de guherînek çê nebûye dewlet dixwaze berî her tiştî çek werin danîn û ev yek were pesendkirin.”
Profesor Dr. Rûstem Erkan herwisa got: “Piştî vê qonaxê jî bi pêşbiniya min wê çekdanîn heta havîna bê temam bibe, piştî wê jî ji xwe hilbijartin nêzîk dibe û wê guherînên yasayî werin kirin û dibe ku di warê zimanê kurdî de gavên yasayî bên avêtin. Ez dixwazim balê bikêşim ku guherînên yasayî wê bên kirin guherînên desturî piştî hilbijartinê ne.”
Akademîsyen dibêjin bi daxuyaniyên Îbrahîm Kalin tê xqwestin ku guvaşek civakî ser PKKê were kirin ku PKK lezê bide çekdanînê lê ji bo vê yekê jî pêdivî bi gavên demokratîk heye.