Sasan Ewnî: Di qonaxa nû ya Kembera Kesk de plana çandina milyonek û 800 hezar daran heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, qonaxa sêyem a cîbicîkirina projeya Kembera Kesk a Hewlêrê dest pê kir û Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê jî ragihand ku zêdetirî %90ê karên qonaxa yekem temam bûne û nêzîkî 2 hezar donim erd bi 700 hezar daran hatine çandin.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî îro 15ê Mijdara 2026an, di dema ragihandina destpêkirina qonaxa duyem a cîbicîkirina Kembera Kesk de bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ragihand ku zêdetirî %90ê karên qonaxa yekem a Kembera Kesk temam bûne û nêzîkî 2 hezar donim erd bi 700 hezar daran di wê zonê de hatine çandin, ligel dabînkirina çavkaniyên avê.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê amaje bi wê yekê jî kir ku îro projeya Kembera Kesk a Hewlêrê derbasî qonaxeke nû dibe û karkirin li zona A8 dest pê dike ku rûberê wê zêdetirî 10 hezar doniman e û di qonaxa yekem de amadekarî ji bo çandina milyonek û 800 hezar daran tê de tê kirin. Sasan Ewnî got jî: "Hêvîdar in di siberojeke nêzîk de li hemû zonan kar dest pê bikin û ew guhertina mezin a jîngehê hemû bazneya derdora Hewlêrê bigire nava xwe. Karkirin di vê projeyê de ne hêsan bû û gelek zehmetî tê de hebûn, lê bi piştevaniya Serokwezîr qonaxên din jî dê bên cîbicîkirin."

Taybetmendiyên zona A8

Rûberê giştî yê qonaxa A8 dê nêzîkî 10 hezar doniman be ku dikeve navbera cadeya du-saydî ya Hewlêr-Dihok û Hewlêr-Mûsilê. Her sê gundên Qelançoxan, Sêbîrana Biçûk û Qelatge dikevin nava wê zonê ku di masterplanê de, wekî beşa meywe û baxçeyan hatiye destnîşankirin; herwiha parkeke mezin jî digel çend taybetmendiyên din li xwe digire.

Armancên rêveberiya nû ya Kembera Kesk

Bi awayekî giştî, projeya Kembera Kesk projeyek e ji bo niha û siberojê; tevî afirandina derfetên kar, berhemên curbicur ên çandiniyê yên xwemalî jî pêş dixe û ji aliyê keşûhewayê ve jî jîngeheke paqij û jîngeheke pak dabîn dike. Ji ber vê yekê, ji bo girîngîdana bi hemû zonên projeyê û li ser raspardeya Serokwezîr û bi mebesta karkirina hevterîb di hemû zonan de ku hejmara wan 8 zon in, li Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê rêveberiyeke taybet bi Kembera Kesk a Hewlêrê hat avakirin ku serpereştiya her heşt zonan dike.

Wekî erkê werzê yekem ê wê rêveberiyê, sê armancên sereke jê re hatin destnîşankirin da ku bibin bingeh û destpêka karên wan:

- Yekem: Rûpîvkirina tevahiya bazneya Kembera Kesk û diyarkirina damezraweyên li ser rêgeha wê kemberê.

- Duyem: Destnîşankirina xwedîtiya erdan û milkdariya wan ji bo misogerkirina mafê xwediyên erdan.

- Sêyem: Karkirin ji bo diyarkirin û kolandina hêla rêgeha derve û navxwe ya wê kemberê bi rêya amûrên giran û danîna nîşana pîvanê ya nasîna rêgehê.