Duyemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Zaxoyê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna berpirsên hikûmî û nivîskaran, Duyemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê hat vekirin û Serpereştyarê Îdareyê jî radigihîne ku zêdetirî 15 welatên biyanî û dezgehên navxweyî tê de beşdar in.
Îro Yekşemê, 15ê Mijdara 2026an, bi amadebûna berpirsên hikûmî, nivîskar û rewşenbîran, çalakiyên xula duyem a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dest pê kir û biryar e ji bo dema 6 rojan berdewam be.
Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo di dema vekirina pêşangehê de ragihand: "Em kêfxweş in ku ji bo cara duyem pêşangeha pirtûkan li Zaxoyê tê vekirin; em gelekî dilxweş in ku me karî di sala yekem de serkeftineke baş bidest bixin û ji bo îsal jî beşdarên me yên biyanî zêdetir in, ji bilî beşdarên navxweyê Kurdistan û Iraqê ku bi awayekî berbiçav amade ne."
Guhdar Şêxo amaje bi wê yekê jî kir: "Me wekî Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, giringiyeke baş daye aliyê zanînî, zanistî û wêjeyî. Zaxo di hemû waran de pêşeng bûye û li gorî wê plana ku jê re hatiye danîn dimeşe, ji ber ku ji xelkê vê deverê her ji kevin ve wêjevan, helbestvan û rewşenbîr derketine."
Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê diyar kir ku nêzîkî 15 welatan ji derveyî Kurdistanê û 50 weşanxane û dezgehên çapê yên navxweyê Kurdistanê di vê pêşangehê de beşdar in û got: "Pêşangeh dê 6 rojan berdewam be û pirtûkên hemû waran tê de hene, lewma ez daxwazê ji hemûyan dikim ku serdana wê bikin û wan pirtûkan bi dest bixin ên ku dilê wan dixwaze."
Ev pêşangeh wekî yek ji mezintirîn bûyerên hizrî û çandî yên herêmê tê hejmartin; piştî serkeftina berbiçav a xula yekem, îsal bi qebareyeke berfirehtir, amadekariyeke xurttir û beşdariyeke berfirehtir a navxweyî û navdewletî pêşwaziya xwîner û pirtûkhezan dike.
Li gorî amarên pêşangehê, di xula îsal de bi giştî nêzîkî 100 dezgehên çap û belavkirinê ji Herêma Kurdistanê, Iraqê û çendîn welatên erebî û biyanî beşdar in. Di pêşangehê de zêdetirî 500 hezar sernavên curbicur bi zimanên kurdî, erebî, îngilîzî û zimanên din di warên wêje, dîrok, siyaset, felsefe, zanist û zarokan de tên pêşandan, ligel pêşkêşkirina dakêşanên taybet ji bo xwîner û xwendekaran.