Xefûr Mexmûrî: Hewlên parçekirina Herêma Kurdistanê neneteweyî û neniştimanî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê (YNDK) Xefûr Mexmûrî ragihand, hewlên ji bo lawazkirin û parçekirina qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê karên "neneteweyî û neniştimanî" ne û daxwaz ji aliyên siyasî kir ku pirsgirêkên navxweyî bi rêya diyalogê çareser bikin.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê (YNDK) Xefûr Mexmûrî îro 16ê Mijdara 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, hewlên ji bo lawazkirin û parçekirina qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê karên "neneteweyî û neniştimanî" ne û pêşxistina berjewendiyên partiyan e li ser berjewendiya bilind a neteweyî.

Mexmûrî diyar kir, Herêma Kurdistanê bi xwîn û qurbanîdaneke mezin hatiye avakirin û bûye hikûmeteke dîfakto ku civaka navdewletî hesabê jê re dike û pê re danûstandinê dike. Her wiha tekez kir ku çarenivîsa hemû aliyên siyasî û xelkê Kurdistanê bi Herêmê ve girêdayî ye û got: "Her aliyekî ku kar ji bo durêveberiyê û parçekirina qewareya Herêmê bike, lekeyeke reş li ser dîroka xwe dihêle."

Derbarê penabirina hin aliyan a bo Bexdayê de, Sekreterê Giştî yê YNDKê di wê baweriyê de bû ku xelkê Kurdistanê niha hişyartir e û naçe bin barê wan pîlanan. Herwiha eşkere kir ku di dirêjahiya dîrokê de hewlên ji bo şêwandina rastiya siyasî ya Kurdistanê bi ser neketine û xeta neteweyî û niştimanî serkeftîtir bûye.

Mexmûrî herwiha got: "Pêwîst e em hemû nakokî û pirsgirêkên siyasî di çarçoveya navxweyê Kurdistanê de çareser bikin û pena nebin ber Bexda û neyaran, ji ber ku hemû hewla Bexdayê ji bo lawazkirin û lêdana pêgeha Herêma Kurdistanê ye."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Xefûr Mexmûrî rexne li astengkirina Parlamentoya Kurdistanê girt û amaje bi wê yekê kir ku zêdetirî du salan e hilbijartinên parlamentoyê hatine kirin, lê dezgeha yasadanînê ya welêt hatiye astengkirin.

Mexmûrî pirsî: "Eger dezgeha yasadananê ji bo du, sê yan çar salan were astengkirin, êdî çima hilbijartin tên kirin?" Her wiha got ku di nava wan du salan de dikaribû hemû saziyên Kurdistanê bihatana nûkirin û Kabîneya Dehem a hikûmetê bihata pêkanîn.

Xefûr Mexmûrî bal kişand ser destpêşxeriyên Serok Barzanî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û aşkere kir ku berî hilbijartina Serokkomarê Iraqê, Serok Barzanî di civînekê ligel Bafil Talebanî de, pêşniyara birêvebirina hevbeş a Herêmê kiriye.

Li gorî gotina Mexmûrî, Serok Barzanî ji Bafil Talebanî re ragihandiye ku bila postên Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran, Cîgirê Serokê Herêmê, Serokê Parlamentoyê, Wezaretên Darayî û Karûbarên Pêşmerge û Rêveberiya Giştî ya Asayişê para YNKê bin, û wezaretên xizmetguzariyê jî li gorî pêwîstiyê di navbera aliyên beşdar ên hikûmetê de werin dabeşkirin; herwiha amadebûna xwe nîşan daye ku li Bexdayê jî piştgirî û deng bidin berbijarê YNKê ji bo posta Serokkomar.

Mexmûrî amaje bi destpêşxeriya nû ya Serok Barzanî jî kir ku tê de daxwaz ji serkirdayetiya PDK û YNKê kiriye, ji bo şikandina xitimandina siyasî li ser maseya diyalogê bicivin û got: "Divê em hemû aliyên siyasî piştgiriya wan hewlan bikin da ku em pirsgirêkan bi rêya diyalog û têgihiştina hevdu çareser bikin, heta ku êdî pêgeha Herêma Kurdistanê neyê lawazkirin û neşîrînkirin."