Ciwanên Silêmaniyê: Em rêyê nadin tu ajendayek Silêmaniyê ji Kurdistanê cuda bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Ciwan û çalakvanên bajarê Silêmaniyê di kongreyeke rojnamevanî de bi tundî li dijî her bizaveka perçekirin an qutkirina wî bajarî derketin, û tekez kir ku parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê xeta sor e û ew dê rêyê nedin ti ajendayan.
hejmareka ciwan û çalakvanên bajarê Silêmaniyê îro Duşem, 16ê Mijdara 2026ê, di peyameke rojnamevanî de tekez li ser yekpareyîya axa Kurdistanê û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku ew dê rêyê nedin tu ajendayeke siyasî ku bixwaze Silêmaniyê ji laşê niştiman cuda bike.
Nûnerê wê koma ciwan û çalakvanan di kongreyeke rojnamevanî de got: "Her ew îradeya ku berî çend mehan ji bo piştgirîkirina Rojavayê niştiman hate ser cadeyan û bi dengekî bilind got 'Kurdistan yek welat û yek niştiman e', îro jî li vê derê amade ye. Bila neyar be yan her aliyekî din be ku bixwaze vê Kurdistanê perçe bike, em dibêjin xelkê vî bajarî tenê yek Kurdistan divê."
Di pareka din a wê daxuyaniyê de, amaje bi wê yekê kir ku her aliyekî maf heye ku di çarçoveya karê partîtî û fikrî de dîtin û nerînên xwe hebin, lê nabe tu kes û kom daxwaz û armancên xwe li ser îradeya giştî ya xelkê bisepînin û got: "Eger li ser maf, jîn û jiyar û qeyranan kes ji me rexnegirtir û opozîsyontir nebe, wê demê li ser pirsa niştimanî jî kes ji me dilsoztir û niştimanperwertir nîne; em ti carî mijara niştiman bi hevrikiyên din re tevlî nakin."
Wî tekez jî kir ku çawa dilê Silêmaniyê ji bo Serê Kaniyê, Qamişlo, Amed, Sine, Wan û Kerkûkê lê dide, her bi wî awayî jî rêyê nade ku di navxwe de bêrîzî bi dîroka wê ya tijî qurbandan bê kirin û got: "Silêmanî pareka venebirî ya Kurdistana Mezin û paytexta çandî ya Herêma Kurdistanê ye, xwîna bi hezaran şehîdan pêşkêşî bidestxistina van destkeftiyan kiriye."
Di bersiva pirsekê de ka gelo di vê qonaxê de parastina qewareya Herêma Kurdistanê ji her tiştî girîngtir e? Wî got: "Bêguman, ti tişt ji parastina qewareya Herêma Kurdistanê girîngtir nînin; ya ku bûye sedema mana me ev qəvareya niştimanî ye û em ti carî li ser wê xemsariyê nakin."