Ragihandina Çarçoveya Hevahengiyê li ser aloziyên Curf El-Sexrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan bi amadebûna Serokwezîrê Îraqê li Bexdayê civiya û dosyeya bûdceya giştî û rewşa ewlehiyê nîqaş kirin; piştî wê civînê jî pêşwaziya şandeke parêzgeha Silêmaniyê kir.

Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan li Bexdayê, bi amadebûna Serokwezîrê Îraqê civîna xwe ya asayî ya 301ê pêk anî û rewşa siyasî, ewlehî û dosyeya bûdceya giştî nîqaş kirin.

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Ragihandinê ya Çarçoveya Hevahengiyê, ev civîn êvara îro Duşemê, 16ê Mijdara 2026ê, li nivîsîngeha Serokê Encûmena Bilind a Îslamî ya Îraqê Dr. Humam Hemûdî û bi amadebûna Serokwezîrê Îraqê bi rê ve çû.

Di vê civînê de, tevlîbûyîyan behsa tevahiya pêşhatên siyasî, aborî û ewlehiyê yên Îraq û deverê û guhertinên navdewletî û bandorên wan kir. Herwisa dosyeya bûdceya giştî û rêyên çespandina aramiya aborî û dabînkirina pêdiviyên vê qonaxê hatin nîqaşkirin, li gel nirxandina mekanîzmên pêşxistina karê lijneyên navxweyî yên Çarçoveya Hevahengiyê ji bo bilindkirina asta hevahengiya hevpar.

Di pareka din a wê daxuyaniyê de hatiye ku piştî bidawîhatina civîna fermî, Çarçoveya Hevahengiyê pêşwaziya şandeke parêzgeha Silêmaniyê kiriye; di wê hevdîtinê de herwisa her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pirsên niştimanî yên niha li hev guhertin û tekez li ser girîngiya berdewamkirina diyalog û hevfêmkirinê kir, ji bo bihêzkirina aramiya siyasî û xizmetkirina berjewendiya tevahiya gelê Îraqê.