Danûstandinên Şanda Silêmaniyê ligel Çarçoveya Hevahengiyê bi ser neketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî zanyarên taybet ên Kurdistan24ê, şanda parêzgeha Silêmaniyê li Bexdayê ji bo cudakirina bûdceya parêzgehê bi ser neket û Çarçoveya Hevahengiyê daxwaza wan red kir, û tekez kir ku ew tenê li gorî destûrê serederiyê dikin.
Li gorî zanyarên taybet ên Kurdistan24ê, ew şanda parêzgeha Silêmaniyê ya ku ji bo nîqaşkirina çend dosyeyan û daxwaza cudakirina bûdceya wê parêzgehê serdana Bexdayê kiribû û li gel serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê civiyabû, di razîkirina serkirdeyên wê hevpeymaniyê de bi ser neket.
Li gorî wan zanyarên ku bi dest Kurdistan24ê ketine, wê şandê di civînê de daxwaz ji Çarçoveya Hevahengiyê kiriye ku piştgiriyê li pirsa cudakirina bûdceya parêzgeha Silêmaniyê û çend dosyeyên din bikin, lê serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê ew daxwazî red kirine.
Çavkaniyên haydar eşkere kiriye ku Çarçoveya Hevahengiyê bi zelalî ji şanda Silêmaniyê re ragihandiye ku ew tenê ji aliyê destûrî ve li wê mijarê dinêrin û bi ti awayî li ser bingeha hevrikiyên siyasî û li gorî mîzacê siyasî serederiyê li gel daxwaziyên bi vî rengî nakin.
Herwiha Çarçoveya Hevahengiyê di daxuyaniyekê de li ser serdana şanda Silêmaniyê ragihandiye ku piştî bidawîhatina civîna fermî, Çarçoveya Hevahengiyê pêşwaziya şandeke parêzgeha Silêmaniyê kiriye; di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pirsên niştimanî yên niha li hev guhertin û tekez li ser girîngiya berdewamkirina diyalog û hevfêmkirinê kir, ji bo bihêzkirina aramiya siyasî û xizmetkirina berjewendiya tevahiya gelê Îraqê.