Serokê Fraksiyona PDKê: Li ser projeyasaya budceya 2027an hevtêgihiştin çêbûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ji Kurdistan24ê re ragihand, di gotûbêjên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, hevtêgihîştin li ser projeyasaya budceya sala 2027an çêbûye.

Şaxewan Ebdullah îro 17ê Mijdara 2026an diyar kir, divê ew hevtêgihiştin bikeve nav reşnivîsa projeyasaya budceyê û got ku ew li bendê ne heta reşnivîs bigihîje Encûmena Wezîran, da ku bizanin lêktêgihiştin heta çi astê di nav projeyasayê de hatiye bicihkirin.

Herwiha da zanîn ku heta niha gotûbêjên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bi arasteyeke rast ve diçin û wan hemû şiyanên xwe xistine kar, da ku pişka Herêma Kurdistanê li gorî encamên serjimêriya niştecihan û mafên destûrî di projeyasaya budceyê de bê bicihkirin.

Projeyasaya budceya giştî ya Iraqê ya ji bo sala 2027an bi 217 trîlyon dînaran hatiye texmînkirin û nêzîkî 60 milyar dînar kurthînana wê heye. Di projeyasayê de pişka Herêma Kurdistanê wek %12 hatiye diyarkirin, lê Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku li gorî encamên serjimêriya niştecihan ev rêje bo %14.14 bê zêdekirin.

Ev yek di demekê de ye ku şandeya bilind a Herêma Kurdistanê taybet bi pirsa budceyê zêdetirî pênc caran serdana Bexdayê kiriye û ligel berpirsên Iraqê —bi taybetî ligel Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê federal— civiyaye.