Pêşmergeyên dêrîn: Dabeşkirina Kurdistanê li hemberî xwîna şehîdan nepakî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li hemberî wan hewlên ku daxwaza dabeşkirin û parçekirina qewareya Herêma Kurdistanê dikin, hejmarek Pêşmergeyên dêrîn û welatiyên têkoşer tekezî li ser parastina yekparçeyiya xaka Kurdistanê dikin.

Pêşmergeyê dêrîn Teha Ehmed di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, armanca sereke ya Pêşmergeyan ji hilgirtina çekan, parastina yekparçeyiya xaka Kurdistanê bûye, ne dabeşkirina wê, lewma divê hemû hewl ji bo yekxistina Kurdistanê bin.

Ehmed tekez kir ku her hewleke ji bo parçekirina Kurdistanê, kiriyareke kirêgirtî ye û ziyanê digihîne berjewendiyên niştimanî. Her wiha amaje bi ezmûna sala 1991ê jî kir û got: "Dema Pêşmerge yekgirtî bû, destkeftên mezin bi dest ketin û dever tevî Kerkûkê hatin rizgarkirin; lê nakokiyên navxweyî her dem derfet ji dijminan re vekiriye da ku sûdê ji wan valahiyan werbigirin."

Herwiha Pêşmergeyê dêrîn Îbrahîm Derwêş diyar kir ku hewlên îro yên ji bo dabeşkirina Kurdistanê, binpêkirina xebat û xwîna şehîdan in û got: "Pêwîst e hemû hewl ji bo yekxistina helwesta Kurdan û pûçkirina planên dijminan bên terxankirin; ji ber ku parastina destkeftên xebata borî erkê ser milê her takekî Kurd e da ku em ber bi asoyeke zelal ve gavan bavêjin."

Pêşmergeyê dêrîn Ezîz Mawîlî jî li ser buhayê qurbanîdana gelê Kurd ji bo azadî û serfiraziyê axivî û got: "Ji ber baweriya bi doza Kurd û parastina xakê, me mal û serweta xwe ji dest daye, lewma em bi ti awayî dabeşkirina Kurdistanê qebûl nakin." Mawîlî da zanîn ku ev hewl ligel ti yasayekê naguncin û li dijî mafên neteweya kurd in.

Ji aliyê xwe ve, Pêşmergeyê dêrîn Husên Silêman tekezî li ser yekparçeyiya xaka Kurdistanê kir û diyar kir ku nabe kes bangeşeya herêmgerî û dabeşkirina Kurdistanê bike, "ji ber ku Silêmanî, Hewlêr, Dihok û hemû bajarên din beşekî veneqetiyayî ne ji laşê Kurdistanê."

Silêman bi bîranîna dîroka malbata xwe ya di xebata rizgarîxwaz a Kurdistanê de, dubare kir ku nabe ti aliyek ji bo lawazkirina yekrêziya niştimanî kar bike.