Balyozê Fransayê: Em bi giringî li rol û pêgeha Kurdistanê û Serok Barzanî dinêrin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Nû yê Fransayê li Îraqê Alexandre Garcia kir; di wê hevdîtinê de Balyozê Fransayê tekez li ser pêşxistina peywendiyên dîrokî û girîngiya rola Herêma Kurdistanê di aramiya deverê de kir û Serok Barzanî jî pesnê piştgiriyên Fransayê ji bo gelê Kurdistanê da.
Baregayê Barzanî daxuyaniyek belav kiriye û tê de amaje bi wê yekê daye ku Serok Barzanî îro Sêşem, 17ê Mijdara 2026ê, li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Nû yê Fransayê li Îraqê Alexandre Garcia kir.
Li gorî wê daxuyaniyê, di wê hevdîtinê de ku Konsulê Fransayê li Hewlêrê Emmanuel Menou jî tê de amade bû, Balyozê Nû yê Fransayê li Îraqê tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî, amaje bi wê yekê jî da ku di hemî deman de welatê wî bi girîngî li rol û pêgeha Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî dinêre.
Balyozê Nû yê Fransayê ew yek jî eşkere kir ku siyaseta fermî ya Fransayê piştgirîkirin û pêşxistina peywendiyên dîrokî yên tevalî ye li gel Herêma Kurdistanê, ji ber ku Herêma Kurdistanê roleke bibandor di aramiya Îraq û deverê de dilîze.
Baregayê Barzanî amaje bi wê yekê jî daye ku her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî bi germî bixêrhatina Balyozê Nû yê Fransayê li Îraqê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest.
Serok Barzanî tekez jî kir ku gelê Kurdistanê bi çavê pesindan û rêzgirtinê li gel û hikûmeta Fransayê dinêre, ji bo hemî wan piştgiriyên ku li hember gelê Kurdistanê hebûne û ragihand ku Herêma Kurdistanê bi wan peywendiyan serbilind e û peywendiya navbera her du aliyan serpişka kkarên wan e.
Her li gorî wê daxuyaniyê, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatên Îraq û deverê mijarên tewerên din ên wê hevdîtinê bûn.