Polîsên Enerjiyê li Îraqê erkê parastina boriya petrolê li Curf Sexrê werdigirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê biryar da ku Polîsên Enerjiyê parastina boriya veguhastina petrolê li Curf Sexrê werbigirin, herwiha biryar da ku hêza wê deverê bi hêzeke din bê guhertin û lêkolînên li ser zêdegaviyên li ser hêlên veguhastinê jî ji dadgehê re bên şandin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Falih Zeydî îro Çarşem, 18ê Mijdara 2026ê, serokatiya civîna Lijneya Bilind a Çaksaziya Kerta Ewlehiyê kir û çend biryar ji bo parastina samanê niştimanî dan.
Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, di wê civînê de bicihanîna stratejiya niştimanî ya çaksaziya kerta ewlehiyê hat nîqaşkirin û peyrewiya çend dosyayên girêdayî xurtkirina ewlehî û aramiyê li Îraqê hat kirin, di serî de temamkirina veguhastina dosyaya ewlehiyê bo Wezareta Navxwe, li gel pejirandina wan planên bicihanînê yên ku dezgehên ewlehî û hewalgirî ji bo piştevaniya aramiyê û kontrolkirina çekan di destê dewletê de pêşkêş kirine.
Her di wê daxuyaniyê de hatiye ku li ser bingeha raspardeyên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û ji bo xurtkirina rêkarên hikûmetê ji bo parastina samanê niştimanî û sepandina desthilata dewletê, lijneyê biryar daye ku Polîsên Enerjiyê erkê parastina boriya veguhastina petrolê li nahiyeya Curf Sexr werbigirin û ew hêza ku zeviya wê li wê deverê di bin dest de ye, bi hêzeke din bê guhertin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar diyar dike; herwiha biryar hatiye dan ku ew lêkolînên hikûmetê yên ku li ser zêdegaviyên li ser hêla veguhastinê pêk anîne ji dadgehê re bên şandin daku rêkarên qanûnî li dijî binpêkaran bên bicihanîn.
Wê lijneyê tekez li ser berdewambûna civînên xwe kir, ji bo şopandina bicihanîna qonaxên çaksaziyê, sepandina ewlehiyê û bidestxistina aramiyê bi rengekî ku xizmeta berjewendiyên Îraqê û gelê wê bike, û ji bo çespandina serweriya qanûnê û xurtkirina bingehên lêpirsîn û şefafiyetê.
Derketina aloziyên van demên dawiyê yên "Curf Sexr"ê bertekeke rasterast bû li ser biryara 14ê Mijdara 2026ê ya Serokwezîrê Îraqê ji bo dûrxistina neh berpirsên bilind ên ewlehiyê û kerta petrolê.
Ev guhertinên ku Rêveberê Polîsên Babilê, Fermandarê Heşda Şeibî li wê parêzgehê, Fermandarê Lîwaya Şeşê ya Polîsên Enerjiyê û Rêveberê Kompaniya Boriyên Petrolê vegirtin, piştî wê yekê hatin ku lêkolîn hebûna parzinîngeheke neqanûnî û destdirêjîkirina li ser sê tayên boriya stratejîk a Besra - Hedîseyê li wî sînorî eşkere kirin.
Devera Curf Sexrê ku nêzîkî 60 kîlometreyan li başûrê rojavayê Bexdayê ye, di Cotmeha 2014ê de ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Tevî derbazbûna nêzîkî 12 salan di ser kontrolkirina wê deverê re, hêj xelkê wê yê resen di koçberiyê de dijî û desthilata temam a deverê jî di destê komên çekdar de maye.