Tanrikulu: Binçavkirin nîşan didin ku AK Partî di pêvajoyê de nejidil e

Sezgîn Tanrikulu
Sezgîn Tanrikulu

Diyarbekir (K24) – Parlementerê Yenî Partiyê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu di derheqa binçavkirina endamên Meclîsa Hevbendiyê de amaje kir ku di demekê de ku behsa çareserkirina pirsa kurdan tê kirin, binçavkirinên wisa nayên qebûlkirin.

Parlementerê Yenî Partiyê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu ji Kurdsitan24ê re ragihand: “Ez li dostên me yên hatine binçavkirin geriyam lê ez negihiştim wan. Ez bi parêzerên wan re ketim têkiliyê.”

Sezgîn Tanrikulu herwisa got: “Di demekê de ku bi rêbazên demokratîk, dadperwer û azadîxwazane behsa çareserkirina pirsa kurdan tê kirin, binçavkirina siyasetmedarên kurd û biserdegirtina malên wan nayê qebûlkirin.”

Navbirî tekez jî kir: “Pirsa kurdan pirsa demokrasî û dadperweriyê ye, divê dewlet vê yekê bizane, lê ev operasyon armanca AK Partiyê ya rastîn jî derdixe holê, serokê me yê giştî di kongreya me de gotibû ku li dijî vê aştiya sixte em dê aştiya rastîn ava bikin, ev binçavkirin nîşaneya nejidilbûna AK Partiyê ye, ez van binçavkirina şermezar dikim.”

Pêştir Komeleya Şêx Seîd jî di derheqa operasyona binçavkirinê ya dijî Hevbendiyê de amaje kir ku binçavkirinên wisa zirarê didin pîvanên dewleta hiquqê û rêya siyasetê jî teng dikin.

Duhî Sêşem, 17ê Mijdara 2026ê, di operasyoneke li dijî partiyên Hevbendiyê de, Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel û Alîkarê Serokê Giştî yê PSKê Hesen Dagtekîn, Birêvebirê PÊLKURDê Fuad Onen, nûnerên kesatiyên serbixwe yên Kurdistanî Alî Oncu, Rojbîn Bukun, Alî Çeven, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay, Aryan Serhed û Alî Aydin hatibûn binçavkirin.