Li parêzgeha Dihokê 300 cihên şûnwarî hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şûnwarnasên biyanî bi hevkariya şûnwarnasên Kurd li parêzgeha Dihokê bi sedan cihên şûnwarî dîtine û karên kolandin û lêkolînê li ser wan dikin.

Rêveberê Karûbarên Şûnwaran li Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Kelepûra Herêma Kurdistanê Dr. Cemal Cemîl ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, şûnwarnasên biyanî ev nêzîkî sê salan e li navçeya di navbera gola Bendava Mûsilê û bajarokê Sêmêlê de karên kolandin û lêkolînê dikin û di wê heyamê de 300 cih û pêgehên şûnwarî dîtine.

Dr. Cemal Cemîl ku bawernameya wî ya doktorayê di warê parastina şûnwaran de heye, diyar kir ku di encama kolandin û lêkolînan de pênc qatên cuda yên niştecîhbûnê hatine dîtin ku qonaxeke girîng a veguhêz di dîroka mirovahiyê de pêk tînin.

Tîma şûnwarnasan a Zanîngeha Palermoyê ya Îtalyayê bi hevkariya Rêveberiya Şûnwar û Kelepûra Dihokê li wê navçeyê karên kolandin û lêkolînê dimeşîne.

Şûnwarê Girê Gûmbes yek ji cihên herî girîng e ku encamên nû jê hatine bidestxistin. Dîtinên dawî yên li Girê Gûmbes aşkere kirine ku jiyan li vî cihî di qonaxa derbasbûnê ya di navbera Serdema Sifir û Serdema Bronzê ya Kevin de — ango di dawiya hezarsala çarem û destpêka hezarsala sêyem a berî zayînê (B.Z.) de — berdewam bûye.

Herwiha encamên nû pênc qatên niştecîhbûnê derxistine holê ku ji bermahiyên avahiyên kerpîçan, cihên embarkirinê, tenûran û hin bermahiyên din pêk tên ku hebûna çalakiyên kargêrî nîşan didin, wekî mohrên taybet.

Şûnwarnasên biyanî gihîştine bermahî û belgeyên girîng derbarê wê yekê de ku civakên kevin ên wê navçeyê çawa sîstema çandiniyê, embarkirin, şêwaza kargêrî û jiyana xwe ya rojane rêk xistine û bi rê ve birine.

Li gorî gotinên Dr. Cemal Cemîl, berê nêzîkî 50 tîmên biyanî yên şûnwarnasan li Herêma Kurdistanê kar dikirin, lê ji ber rewşa şerê di navbera Amerîka û Îranê de, beşek ji wan karên xwe rawestandine û vegeriyane welatên xwe.

Di heman demê de, Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Kelepûra Herêma Kurdistanê di çend mehên borî de destûra kolandin û lêkolînan ji bo pênc zanîngehên biyanî dirêj kiriye.